Şandeke pilebilind a Pêşmerge giheşte Bexdadê

Kurdistan 12:21 PM - 2022-06-23

Şandeke pilebilind a Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê îro Pêncşemê gihişte paytexta federal Bexdadê.

Serdana fermî ya şanda Pêşmerge piştî serdana şandeke pilebilind a ewlehiyê bo Herêma Kurdistanê û civîna wê ya li gel wezaretên Pêşmerge û navxwe pêk tê.
Şanda ku li Firokexaneya Navdewletî ya Bexdadê ji aliyê Serokerkanê Operasyonên Hevbeş ve hat pêşwazîkirin, biryar e li Wezareta Berevaniya Federal û Fermandehiya Operasyonên Hevbeş derbarê geşedanên rewşa ewlehiyê de çend hevdîtinan pêk bînin.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Aplîkêşin

The News In Your Pocket