Li Bexdayê 27 gumanbar hatin girtin, çek hatin desteserkirin

Êraq 11:41 AM - 2022-06-23

Şaneya ragihandinê ya Ewlehiyê ragihand ku hêzên hevbeş di operasyonên Bexdayê de (27) berguman girtin û dest danîne ser çek, cebilxaneyên bê ruxset û miqdarek narkotîkê.

Şaneyê îro Pêncşemê di daxuyaniyekê de got, "Hêzên hevbeş di Fermandehiya Operasyonên Bexdayê de, ku li herdu aliyên Kerex û Rûsafa hatine bicihkirin, û bi danîna kontrolên ji nişka ve di 24 demjimêrên borî de û bi hewleke mezin, karîn 27 gumanbar girtin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Digel desteserkirina miqdarek madeyên hişber (kristal, heşîş), alavên tiryakê û cûrbecûr hebên narkotîkê, (12) fîşek û 2 tifingên ji cureyên cuda û miqdarek alav û depoyên vala hatin girtin. "Kesên hatin desteserkirin bo aliyên pêwendîdar hatin şandin.

PUKmedia

hewal ziyatr

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Aplîkêşin

The News In Your Pocket