Li Venzewêla di ketina balafirê de 6 kes mirin

Cîhan 09:30 AM - 2022-06-23

Rojnameger Javier Mallorca ragihand ku balafira "Learjet 55C" li Valle del Tole ya li başûrê paytext Karakas a Venzewêlayê ketiye xwarê.

Mallorca li ser rûpela xwe wiha nivîsîbû: "Agirkujan bermayiyên balafira "Learjet 55C" ya ku li beşa Cristóbal Roxasê li sektora Kowaxarîto ketibû dîtin. Kesek sax ne maye. Li gorî daneyên dawîn balafir ku 6 kesan lê siwar bûn rabûye, ber bi balafirgeha Karaxasê ve çû."
Agahiyên Flightradar jî vê agahiyê piştrast dikin û diyar dikin ku balafira vê hejmarê 29 xulekan li hewa bû û li herêma navborî lez û bilindahiya xwe winda kir.
Rojnamevan destnîşan kir ku di nav miriyan de 2 endamên tîmê û 4 rêwî hene, di nav wan de serokê klûba futbolê Estudiantes de Mérida, Christian Toni.

PUKmedia / Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Aplîkêşin

The News In Your Pocket