Koçberekî Kurd li Yunanistanê hat kuştin

Kurdistan 09:18 AM - 2022-06-23

Serokê dezgeha Lutke bo Karûbarên Koçberan Arî Celal ragihand ku di şerê navbera koçberên Kurd û Ereb de li ser rêya navbera Yûnanîstan û welatên Ewropayê de, du koçber hatine kuştin yek jê ereb e.

Serokê Weqfê Arî Celal got ku komek koçber ji Yûnanistanê ber bi welatên Ewropayê ve ketin rê, ku di nav wan de Kurd û Ereb jî hebûn, û di rê de şer di navbera hejmarek ciwanên wê girûpê de derket û amaje bi wê yekê jî kir ku du koçber hatin kuştin û çend kesên din jî hatin gulebarankirin û amaje bi wê yekê jî kirin ku yek ji kuştiyan Kurd e.
Got jî: Koçberê Kurd yê hatî kuştin Cîger Şêrko Hesen ê 31 salî ye û xelkê Hewlêrê ye, berî 3 salan ji Herêma Kurdistanê derketibû û berê xwe dabû Ewropayê û amaje bi wê yekê jî kir, ku malbata wî ragihandibû, ku wî rojekê berî kuştina peywendî vê re kirine. amaje bi wê yekê jî kir ku malbatê daxwaz ji Weqfa Lutke kiriye ku termê wî vegerîne Herêma Kurdistanê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Aplîkêşin

The News In Your Pocket