Li Afganîstan û Pakistanê di erdheja bi hêz de bi sedan qurbanî ketin

Cîhan 10:00 AM - 2022-06-22

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê ragihand ku erdhejek bi hêza 6,1 li Afganîstan û Pakistanê hejand.
Ajansa Rêvebiriya kareset ya Afganîstanê ragihand ku di erdhejê de herî kêm 130 kes li rojhilatê welêt mirin.
Serokê desteyê Mihemed Nesîm Heqanî ragihand ku Piraniya kuştiyên piştrastkirî li parêzgeha Paktîka bûn, ku 100 kes mirin û 250 birîndar bûn, amaje bi wê yekê jî hat kirin ku mirin jî li parêzgehên Nangarhar û Xost hatin ragihandin, di heman demê de ku rayedar lêkolînê li ser qurbaniyan dikin.
Erdhej 44 kîlometre dûrî bajarê Xost ê li başûrê rojhilatê Afganîstanê, Saziya Lêkolînên Jeolojîk a DYA’yê, 51 kîlometre di bin erdê de pêk hat.
Navenda Erdhejê ya Ewropî li ser Twitterê de ragihand ku erdhej li Pakistan, Afganîstan û Hindistanê bi qasî 500 km ji aliyê 119 milyon kesî ve hatiye hîskirin.
Li gorî agahiyên şahidên ku li ser malpera Navenda Sîsmolojî ya Ewropa-Medîterrane û bikarhênerên Twitterê hatine weşandin, erdhej li paytexta Afganîstan Kabîlê û her wiha li paytexta Pakistanê Îslamabadê hat hîskirin.


PUKmedia / Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Aplîkêşin

The News In Your Pocket