Tenduristiya Silêmanî: Piraniya zikçûn û verişiyan ji nexweşxaneyan derketine

Kurdistan 12:19 PM - 2022-06-20

Roja duşemê Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Silêmaniyê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 635 pêketiyên zikçûn û verişînê hatine tomarkirin.

Rêvebirê Tendirustiya Silêmaniyê Dr.Sebah Hewramî di daxuyaniyekê de ji PUKmedia`yê re ragihand: 635 pêketên zikçûn û verişînê li nexweşxaneyên vî bajarî hatine wergirtin, ku piraniya wan hatine dermankirin û ji nexweşxaneyan derketin.
Roja Yekşemê Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Parêzgeha Silêmaniyê tomarkirina 10 pêketên kolêrayê ragihand û daxwaz ji welatiyan kir ku rêzê li rêwerzên tenduristiyê bigirin û tekez kir ku, ji ber belavbûna vê nexweşiyê, Tendirustiya Silêmaniyê rewşa awarte radigihîne.
Wê her wiha got: Divê welatî rêwerzên tendirustiyê bişopînin û rastî metirsiyan li ser jiyana welatiyan hene, lewra em daxwaz ji welatiyan dikin ku rêwerzên tenduristiyê bişopînin û jiyana xwe nexin metirsiyê.
Wê diyar kir: Jêdera nexweşiyê ava pîs e, û emê kar bikin ji bo kontrolkirina çavkaniyên avê, û em dê di zûtirîn dem de nexweşiyê kontrol bikin, ji ber wê jî divê welatî ava pîs venexwin û keskeyiyê jî nexwin û ewê kafê û xweringehan bişopînin.
Wê bal kişand ser wê yekê ku Rêveberiya Tendirustiya Silêmaniyê ji bo kontrolkirina wê nexweşiyê rewşa awarte radigihîne û got: Me zêdetirî 4 hezar nexweşên zikçûnê derman kirine, şikir ji Xwedê re piraniya wan ji nexweşxaneyan derketin û baş bûn.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket