Wezîrê Tenduristiyê: Em ê belavbûna kolêrayê kontrol bikin

Tenduristî 11:24 AM - 2022-06-20

Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ji bo rûbirûbûna nexweşiya kolêrayê li Herêma Kurdistanê gelek tedbîrên tenduristiyê hatine girtin.

Wezîrê Tendirustiyê Dr Saman Barzanî di kongreyeke rojnamevanî de ragihand: Bi dehan pêketiyên zikçûn vereşînê li cem me hene û em hemû pişkinînên taqîgehê bo wan dikin û li Hewlêr û Silêmaniyê jî pêketên kolêrayê hatine tomar kirin.
Got jî: Me gelek tedbîrên pizîşkî ji bo rûbirûbûna belavbûna kolêrayê girtine, bi taybetî şopandina jêderên xwarin û avê, û divê welatî rêwerzên tendirustî ji bo pêşîgirtina li nexweşîya kolêrayê bişopînin, û hemahengîya me bi wezareta şaredarîyan re heye ji bo kontrolkirina jêderên avê. kontrolên domdar ên demkî yên li ser çavkaniyên avê.
Wî jêderî eşkere kir: Em piştevaniya parêzgeha Silêmaniyê dikin bo rûbirûbûna belavbûna nexweşiya kolerayê û me zêdetirî 10 ton derman û kelûpelên pizîşkî pêşkêşî Silêmaniyê kirine û got: Bê guman bi îzna Xwedê em ê karibin rê li ber belavbûna nexweşiya kolerayê bigrin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket