Tenduristiya Silêmaniyê: Zikçûn bi av û xwarinê ve girêdayî ye

Tenduristî 01:47 PM - 2022-06-19

Îro Yekşemê, Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Parêzgeha Silêmaniyê civîneke hevbeş li gel hejmarek pizîşkên pispor di warê pijîşkên navxweyî û nexweşiyên henawî yên sektora giştî û taybet de, ji bo gotûbêjkirina metirsiyên belavbûna nexweşiya vereşîna û zikçûn lidar xist.

Rêvebirê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê Sebah Hewramî di kongirekî rojnamevanî de ji PUKmedia`yê re ragihand: Di civînê de me behsa protokola dermankirina nexweşên sikçûn û vereşînê kir, ku heman bername Rêxistina Tendirustiya Cîhanî  ye em dişopînin.
Got jî: Me bi awayekî zanistî behsa nexweşiya îshalê kir û eger ev nexweşî bibe kolêra, çi gav divê bên şopandin?, ev jî nîşan dide ku hemû rê û rêbazên zanistî ji bo rûbirûbûna kolêrayê li parêzgeha Silêmaniyê hene û emê civînekê li dar bixin. Komîteya Bilind a rûbirûbûna van nîşanan  bi serokatiya parêzgarê Silêmaniyê li ser rêyên rûbirûbûna vê nexweşiyê gotûbêj kirin.
Wî got: Nexweşiya hevwelatiyan bi zikçûn û vereşînê bi av û xwarinê ve girêdayî ye û emê ligel dezgehên ewlekarî û çavdêriyê kar bikin da ku di zûtirîn dem de vê nexweşiyê kontrol bikin, û bal kişand ku tîmeke pispor ji Wezareta Tendirustiyê li Federalî Hikûmet ji bo dîtina tedbîrên ji bo rûbirûbûna nexweşiyê gihişte parêzgeha Silêmaniyê.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket