Lîstikvanê navneteweyî yê Êraqêkoça dawî kir

Werzêş 12:02 PM - 2022-06-05

Lîstikvanê berê yê navneteweyî yê Êraqê Heyder Ebdulrezaq îro Yekşemê li Nexweşxaneya Neurolojî ya li paytext Bexdayê koça dawî kir.

Tenduristiya lîstikvan, Heyder Ebdulrezaq xirab bû û ew bo Nexweşxaneya Neurolojî hate veguhestin, berî ku îro sibehê bimire.
Ebdulrezaq roja sêşema borî li Bexdayê ji aliyê hejmarek kesên nenas ve bi tundî hatibû lêdan.
Pişkinînên bijîjkî yên ku hatin kirin diyar kir xwînrijiya navxweyî heye.
Hêjayî gotinê ye ku Ebdulrezaq di 39 saliya xwe de koça dawî kir û lîstikvan pêştir di sala 2007an de Kûpaya Asyayê bi dest xistibû û nûnertiya çend kluban kiribû, ji wan El Talaba û El-Zewra.

PUKmedia

hewal ziyatr

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Aplîkêşin

The News In Your Pocket