Fransa 51 pêketên cidrî qrud tomar kir

Tenduristî 10:59 AM - 2022-06-04

Rayedarên tenduristiyê yên Fransî vedîtina 51 pêketiyên cidriya meymûnê ragihand, di nav zêdebûna hejmara pêketiyan li welêt de.

Parîs pêketiya yeke di Gulanê de ragihand, û hejmara giştî ya pêketiyan hrta roja Çarşemê 33 bû.
Roja Înê, Navenda Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşan a Dewletên Yekbûyî ragihand ku haya wan ji zêdetirî 700 pêketên cidriya meymûnê li seranserê cîhanê heye, di nav de 21 li Dewletên Yekbûyî.
Desteya Tenduristiya Giştî ya Fransî got ku hemû pêket mêrin ku temenên wan di navbera 22 û 63 salî de hatine tomarkirin, û tenê kesek rakirin nexweşxaneyê û piştre ji nexweşxaneyê hate derxistin.
Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, Cidrî Qirud nexweşiyeke vîrusî ye(vîrûs ji heywanan digihîje mirovan), û nîşanên mîna nexweşiya cidrî ye lê hinekî kemtir e.
Heya niha dermankirin an derziyek tune ku li dijî vê vîrusê şer bike, lê vakslêdan pir bi bandor îsbat kiriye.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket