Nexweşxaneya Hîwa di rêza yekem de ye ku hêviyê vedigerîne nexweşên penceşêrê

Tenduristî 02:14 PM - 2022-06-03

Rêveberê nexweşxaneya Hîwa ya bajarê Silêmaniyê ragihand, ku di asta xizmetguzariyê de ji nexweşên penceşêrê re di rêza yekem de ye.

Dr.Yad Neqşbendî di daxuyaniyeke televizyonî de got: bajarê Silêmaniyê li gor pîvanên navdewletî, di rêjeya pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji bo kesên bi penceşêrê re di rêza yekem de ye û zêdetir ji %50 ji nexweşên penceşêrê ku serdana nexweşxaneya Hîwa dikin rûniştvanên parêzgehên naverast û başûr in.
Got jî: li bajarê Silêmanîyê dê konferansek derbarê penceşêrê bê lidarxistin û bi rêya wê konfiransê em hewil didin pirên peywendî û hevkarîyê di navbera hemû navendên dermankirina penceşêrê li Êraqê ava bikin û yên mayî jî bigehin asta baş ku parêzgeha Silêmaniyê gihîştiye.


PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket