Dîrokên nû yên ji bo goka zêrîn ya sala 2022 diyar bûn

Werzêş 08:45 AM - 2022-05-25

Kovara Fransî “France Football” dîrokên nû yên xelatkirina Topa Zêrîn a 2022an eşkere kir.

Kovara Fransî bi rêya hesabê fermî yê Topa Zêrîn li ser malpera tora civakî "Twitter" got ku "ragihandina namzedên topa Zêrîn ji bo îsal dê di 12ê Tebaxê de be û merasîma dawî dê li Parîs 17ê Cotmehê be.
France Football berê gotibû, "Xelat dê bi encamên demsala asayî ya ku di meha Tebaxê de dest pê bike û di Tîrmehê de diqede, ne bi tevahiya salnameyê ve girêdayî ye, Ji ber vê yekê Mondiyala  Qatarê dê ji bo kesên ku di pêşbaziyê de serketine bi çapa xelatê 2023 tên xelat kirin.
Her weha stêrkê berê Îvorî Didier Drogba dê têkeve komîteya berpirsiyar ji bo hilbijartina kurtelîstê (30 lîstikvan û 20 lîstikvan), ku tê de berpirsiyarên edîtoriya kovarê û rojnameya (L'Equipe) yê werzişê hene.
Ji ber ku futbol lîstikek tîmê ye, pîvana duyemîn dê balê bikişîne ser pêşkêşkirina komî, tomarên ku di demsalê de hatine berhev kirin û sernavên bi dest ketine, dema ku pîvana sêyemîn dê bi lîstikvan bi xwe û hejmarên wî re têkildar bi lîstika adil ve girêdayî be.
Hêjayî gotinê ye ku Lîonel Messî yê Arjantînî yê herî dawî ye ku herî zêde (7 caran) Topa Zêrîn bi dest xistiye û di pey re Cristiano Ronaldoyê yê Burtigarî (5 caran) tê.


PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket