Ezmûnên neqediya yên qonaxa duyemîn dest pê dikin

Perwerde 11:57 AM - 2022-05-14

Li hemû parêzgehên Êraqê danê sibê, li gorî roja ku ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ve hatiye diyarkirin, îmtîhanên dawî yên polên neqediya yên dibistana navîn dest pê kir.

Daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Wezaretê ku ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Êraqî (INA) ve hat belavkirin, hat ragihandin ku "Wezaretê hemû navendên îmtîhanê yên li dibistanan amade kirine û komîteyên şareza jî xebatên xwe yên di birêxistinkirina holên îmtîhanan de temam kirine û hemahengî li gel Rêveberiyên herêmî hatiye kirin û her wiha tîmên parastina sivîl, fermandariya polîsan û beşên tenduristiyê ji bo parastina navendan û dabînkirina rewşa guncaw di berjewendiya ewlehiya xwendekar û xebatkarên perwerdeyê de ye.”
Li gorî daxuyaniyê, Wezîrê Perwerdê Elî Hemîd El-Dilêmî tekez kir ku kêşeyên li pêşiya welat dê bibin teşwîqek ji bo hemû xwendekaran ji bo bidestxistina destkeft û xeyalên ku ji proseya xwendinê tê xwestin, da ku beşdarî avakirina netewe û pêşketina neteweyê bibin..

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket