Qubad Talebanî doza jinekê ku ji aliyê hevjînê xwe ve rastî destdirêjiyê hatiye hilgirt

Jin 11:32 AM - 2022-05-07

Şandeke ofîsa Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ji bo dîtina rewşa tenduristiya wê jina ku hevjînê wê destdirêjî li wê kiriye, serdana nexweşxaneya Şar a bajarê Silêmaniyê kir.

Li bajarê Silêmaniyê zilamekî destdirêjî li hevjîna xwe kir û çend caran bi kêrê li hevjîna xwe xist û birîna wê giran, niha li nexweşxaneyê ye.
Berpirsa Fermangeha Cûderengiya Civakî li Ofîsa Cîgira Serokê Herêma Kurdistanê Aştî Ebdullah di daxuyaniyekê de ji PUKmedia`yê re ragihand: Em piştevaniya wê jina ku ji aliyê hevjînê xwe ve rastî destdirêjiyê hatiye û emê şopdarê vê dozê bin. heta ku tawanbar radestî dadweriyê tê kirin.
Û wê got jî: Em bi hêzên ewlehiyê re berdewam in ji bo girtina tometbaran, û em îro li ser saxlemiya wê jinikê agahdar bûn û me wê dilniya kir bi piştgirî û piştevaniya Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê di vê dosyayê de.
Ji aliyê xwe ve malbata qurbaniyê spasiyên xwe pêşkêşî Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku bi wê dosyayê re pêwendîdar bû û daxwaz ji malbata qurbanî kir ku bilez girtina tometbaran û bo wergirtina sizayeke dadwerî bo dadgeha dadwerî bişînin.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket