34 salvegera bombebarana Goptepe û Esker bi çekên kîmyawî

Kurdistan 11:54 AM - 2022-05-03

Îro Sêşemê 03.05.2022ê 34emîn salvegera bombebarankirina herêmên Koptepa û Esker ên navçeya Axcilarê bi çekên qedexekirî yên kîmyayî ye.

Di 3-5-2021`an de Rêjîma Baas Goptepe û Esker bi çekê kîmyawî bombebaran kir ,di encamê de bi dehan sivîl di nav de jin û zarok şehîd ketin ,milet neçar man û berê xwe dabûn şikeftan da ku xwe ji mirinê biparêzin  û di 4 meha 5  hemen salê de di rêjîmê di bejahiyê re jî êrîşî navçeyê kirin û rûxand û şehîd di gorên bi komî de veşartin. hijmara ku çarenivîsên xwe ne diyar 1680 kes bûn.

Qonaxên enfalan:
Heşt qonaxên Enfalê:
*Enfal Yekem: Navçeya Silêmaniyê, ji 23ê Sibatê heta 19ê Adara 1988an devera (Sergelo) dorpêç kir.

* Enfal duyem: Qerdex, Baziyan û Derbendîxan ji 22ê Adarê heta 1ê Nîsanê.

Enfala sêyemîn: Germiyan, Kelar, Bawnur, Kifrî, Douz, Senkew, Kader Kerem, di 20ê nîsana heman salê de.

* Enfala çarem: di nav sînorên deşta (Zêy Biçok) de, yanî devera Koye, Teq Teq, Axcilar û Newşwan, ji 3ê Gulanê heta 8ê Gulanê.

* Enfala pêncem, şeşem û heftem: derdora Şeqlawe û derdora 15ê Gulanê heta 26ê Tebaxê.
Enfala heştem: qonaxa dawî, Badînan, Amîdî, Akri, Zaxo, Şêxan û Duhokê, di 25ê Tebaxê û heta 6ê Îlona heman salê.

silav li rihê şehîd û enfalên rêya rizgar kirina Kurdistanê

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket