Li gundewarên Helebê du keçan xwe kuştin

Kurdistan 04:32 PM - 2022-04-27

Li gundewarên Helebê hat ragihandin ku du keçan xwe kuştin.
Li gorî ajansa Hawarnewsê ku Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, di kêmî 24 saetan de du keçan xwe kuştine.
ANHAyê wiha pêde çû: Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li herêmên dagirkirî yên gundewarê Helebê duh êvarê du keçan xwe kuştine.
Li gorî SOHR`ê, li Mar ê dagirkirî keçek 20 salî li mal xwe darve kiriye. Li gundê Ihtîmalat ê Ezazê yê dagirkirî, keçek 18 salî bi rêya derman xwe kuştiye. Heta niha sedemê van bûyeran nehatine zanîn.

PUKmedia-Hawarnews


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket