Politburoya YNKê Çarşema Sor pîroz dike

Kurdistan 06:07 PM - 2022-04-19

Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê cejina sersala kurdên me ên Êzidî (Çarşema Sor) pîroz dike.
Bi boneya hatina Çarşema Sor ya kurdên Êzidî, politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê peyameke pîrozbahiyê weşand.
Di wê peyamê de wiha hatiye;
Bi boneya sersala Êzidî (Çarşema Sor) ku li gel werzê buharê ve tê û vejîna nû li nûhbûnê de, germtirîn pîrozbahî arasteya hemû xwişk û birayên Êzidî li Êraq û Kurdistan û li Cîhanê dikin.

Her bi vê boneyê, em careke din radighînin ku ew rewêner û êşên û serpêhatiyên Êzidiyên me li Şengalê, pêwîste berî hemû tiştekî, hemû hewildanan kare bikin ji bo dîtina çareseriyek ji bo çarenivîsê wan kesên Şenalê ku hatine revandin.
Her weha pêngavên avakirina wê bajarokê û gundên Êzidîyan ku têde nîştecihne, bi awayekî pir bi lez bêne destpêkirin tako ji wê jiyana nîv mirin û nîv giyan rizgar bibin.

Ev erka jî, li stuyî hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku ji bilî qerebûya darayî ji wan re kirin ji bo ku ew ziyanên darayî ku dîtine, qerebûya manawî  jî ji wan re bê kirin tako beşdarî rêvebirina navçeya xwe bin û wê bi wê rengî ziyanên wan salên derbasbyî sarêj bikin.

Di dawiyê de, hîvîdarin ku ev cejna bibe pêkanîna giyana pêkvejiyanî di navbera Êzîdiyan û gişt ol û ayîndarên din li Êraq û Kurdistanê.

Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket