Hêmanên Romana Klasîk di Romana Jana Gel de

Rêportaj 04:59 PM - 2022-04-08


Kurte

Ji sedsala 17an heya îro li gor rewşa civakî û demê roman guheriye. Ji bo ku guherîna cureyên romanan baştir bê fêmkirin divê li ser romanan xebatên berawirdî û analîzî bêne kirin. Ji ber vê yekê me jî hewl da ku di vê gotarê de yek ji ewiltirîn romanên bi Kurdî, romana Jana Gel ya Îbrahîm Ehmed analîz bikin. Di vê gotarê de em ê romana Jana Gel li gor hêmanên romana klasîk yên ku Phillis Bantleyy û Nurullah Çetîn diyar kirine analîz bikin.  Di encamê de diyar dibe ku herçiqas di hîn hêmanan de kêmasî hebe jî hêmanên romana klasîk di romana Jana Gel de cihê xwe girtine.

Destpêk

Di edebiyata rojava de romanên ku li gor bizavên romantîk, realist û naturalîst hatine nivîsîn di bin banê romana klasîk de cih dibin. Ji ber vê yekê ji destpêka romanê heya salên 1910an romanên ku hatine nivîsîn wekî romana klasîk tê qebûl kirin (Çetin. 2017: 71). Gelo taybetiyên romana klasîk çi ne? Phillis Bentley di nivîsa xwe ya “Guherîna Romanê” de hêmanên romana klasîk rêz dike (Bentley, 1952: 5). Heman mijar ji hêla Nurullah Çetin ve jî bûye mijara pirtûka wî ya bi navê Roman Çözümleme Yöntemi (Rêgeza Dahûrandina Romanê), Çetîn di vê pirtûkê de xal bi xal taybetiyên romana klasik digel taybetiyên ku Phillis Bentley rêz kiribû rave dike. (Çetin, 2017) Di vê xebatê de romana Jana Gel ya Ibrahîm Ehmed li gorî van xalan dê bê nirxandin. Romana Jana Gel bi zaravayê Soranî hatiye nivîsandin. Di vê xebatê de wergera wê ya Kurmancîyê hatiye esas girtin.

Li gor Amir Hassanpour, li Kurdistana Îraqê tu pexşanên Îbrahîm Ehmed bi qasî Jana Gel hêjayî behs û pesindayînê nehatiye (Vgz. Eroğlu, 2016:52). Ji ber vê yekê li ser vê romanê gelek tişt hatine nivîsin. Înan Eroğlu di nivîsa xwe ya Geryanek li Dora “Belengazî”yê: Jana Gel de (Eroğlu, 2016), Mehmed Uzun di berhama xwe ya Hêz û Bedewiya Pênûsê de (Uzun, 1993), Lokman Polat di Pêncî Romanên Kurdî de (Polat, 2014),  N. Kutlay di nivîsa xwe ya Romana Kurdî de (Kutlay, 1996), H. Ahmedzade di berhema xwe ya Romana Kurdî û Nasname de (Ahmedzade, 2011) bi nirxandinên xwe qala naverok û giringîya romana Jana Gel dikin.

Me jî xwest bi vê xebatê hêmanên klasîk ya vê romanê derxinîn holê.

Têgeha Romanê

“Roman” peyveke Frensî ye. Li gor ferhengên etîmolojîye peyva romanê ji peyva Latînî “romanice”  hatiye. “Romanice” di Latînîya gel de hokerek e û bi wateya “bi awayekî

Romayîyan” de tê bikaranîn, wateyeke din ya vê peyvê jî “li gor Latînî”, “di Latînî de” ye.  Koka “romanice” jî  “romania” ye. Ji erdên ku di serdema Qral Constantin de hatine fethkirin re “romania” hatiye gotin. Di sedsala 9an de jî zimanekî bi navê “lingua romana” derketiye holê. Ji wî zimanê ku li erdên Romayîyan de tê axaftin re “Lingua romana” dihat gotin. Lê “Lingua romana” zimanê gel bû. Lingua Latina (Zimanê Latînî) jî zimanê nivîskî yê Romayîyan bû û ji berê de di nav arîstokratan de dihat bikaranîn. Lê îro jî zimanê Romanî çavkaniya xwe ji zimanê “Lingua Romana” werdigire. (Ertem, 1995: 42).

“Lingua Roman” bi destê leşkerên Romayîyan piştî fethkirina heremên Ewrûpa dikeve  nav zimanên herêmî û belav dibe. Di sedsala 12an de eger berhemeke çîrokî (bi tahkiye) bi zimanê Lingua Romana de bihata nivîsandin ji wê berhemê re “ecrits romans” an jî “romans” dihat gotin (Özgül, 2003: 110). “Ecrits romans” jî bi piranî bi awayekî întîbaqkirinê (adaptasyona) ji zimanê Latinî ber bi zimanê gel ve hatiye nivîsîn. Ev berhemên ku hatine nivîsîn jî dûrî romana îroyîn in, lê dîsa jî di sedsala 12an de peyva roman êdî ne ji bo zimanekî, lê ji bo cureyeke edebî jî dihat bikaranîn. Romans, di sedsala 14an de bi awayekî menzum dihat nivîsandin.  Di sedsala 15an de ew bûyê navê romanên şovalyeyî ku mensur dihat nivîsandin (Çetin, 2017: 66). Di sedsala 16an de li ser çîrokên şovalyeyan hîn rexne dest pê kirine. Piştî rexneyan cureyeke bi navê “romana pikareks” derketiye holê. Li gor Aytür, dawiyê jî Don Kîşota Cervantes ew ê derkeve meydanê û rexneya herî girîng li ser wêjeya şovalyeyan bike û bi vê romanê bi awayekî modern roman dest pê bike. (Aytür, 1994: 183)

Sedsala 18an de rexnegireke bi navê Clara Reeve rasteqînîya romanê derdixe pêş û romanê wisa pênase dike, “ji bûyerên ku her roj li ber çavê me û li ber çavê nasên me diqewimin re roman tê gotin” (Aytür, 1995: 107). Li gor Ian Watt jî di sedsala 18ande cudatiya nivîskarên roman û nivîskarên din bi rasteqînî û bikaranîna bûyerên nû diyar dibe. Nivîskarê romanê mijarên xwe ne ji çavkaniyên nerîtî ya wekî mîtan, destanan lê ji jiyana rasteqîniyê werdigirin û bûyerê ew bi xwe disêwirînin. Roman jî ji ber ku qîmet dide tiştên nû bi navê xwe (novel: di îngîlizî de tê wateya nû/nûjen) mûsemma ye. Romannivîs lêhengê romanê di civaka şênber de bi cih dike û zimanekî bikêrhatî bi kar tîne  (Watt, 2018:14-15).

Li gor Antakyalıoğlu roman bi geşebûneke bê kronolojî hatiye roja me, roman herçiqas li gor helbest û şanoyê dereng derketibe be jî, gelek kevn e jî, ji ber vê yekê roman dişibe karaktera Çîroka Ecêb a Benjamîn Button (Antakyalıoğlu, 2016:25).   Wekî wê çîrokê, roman jî ji alîyê çepê tekamûl bûye. Jale Parla jî li ser vê mijarê mînaka Don Kişot dide û dibêje ku di romana Don Kîşot de hemanên postmodernîzmê hene (Parla, 2020: 19). Ev taybetî jî dîroka romanê tevlîhev dike, divê mirov dema qala dîroka romanê dike du car bifikire. Ji ber vê yekê li ser romanê nivîskaran pênaseyeke hevpar nekirine. Li gor Northrop Frye ji ber ku roman serdema rewşenbîrên klasîk de derneketiye ji ber vê yekê jî negihiştiye pênasekirineke hevbeş, lewma poetîka wê jî tune ye, lê ev ne tişteke xerab e. Sedema serkeftina romanê jî di vê de vêşartiye, sedema serkeftina wî pênasenekirin û teşenegirtina wê ye (vgz. Antakyalıoğlu, 2016: 20)

Her çiqas pênaseyeke hevpar nehatibe kirin, mijar û teşeya romanê biguhere jî serdestiya romanê di nav hunerên devkî (zarekî) de her dem li pêş e.

Têgeha Klasîk

Têgeha klasîk, ji aliyê gelek nivîskar, lêkolîner û rewşenbîran hatiye pênasekirin. Ev têgeh ji bo huner û wêjeyî têgeheke bingehîn e.

Di ferhenga Tirkî de, ji bo têgeha klasîk wekî “berhemên ku her çend dem li ser derbas bibe jî ji nirxê xwe tu tişt winda nake, û di nav cureya xwe de her dem wekî mînak tê nîşandan.” tê destnîşan kirin (TDK, 2012: 1452). Li aliyekî din, Atakay (2004), berhemên ku jîrahiya(zeka) mirovan pêş ve dibe, li ser fikr û çavderiya mirovan tamek bihêle û bikaribe bi awayeke maqbûl xîtabî gelek kesan bike ev berhem dibe berhemeke klasîk. Wekî din, dema ku em xebatên Tolstoy, Flaubert û Dostoyevski, yên ku di nav pêşengên berhemên klasîk ên cîhanî de ne, vekolînin, em dikarin pênaseya klasîk bi piranî di çarçoveya hezkirin, kêfkirin an şiyarbûna hestên xwe de bifikirin (İsen Durmuş, 2011). Çetişli (2012), piştî ku têgeha klasîk bi gelek awayan lêkolîn kir, diyar kir ku ev têgeh ji bo karên herî hêja tê bikar anîn. Wekî din, Cemîl

Merîç di derbarê têgeha klasîk de nêrîna jêrîn parve kiriye: “Ez dixwazim ku klasîk bi vî rengî were pênasekirin: Ew hişmendiya mirov pêş dixe, nirxên nû li xezîneya hevpar a nijada me zêde dike, û rastiyeke eşkere dibîne; di nava dilê mirov ya ku me bawerdikir  em her cihê wî dizanin de azwerîyê wî/wê derdixe ber me, bikaribe raman, çavdêrî, dahênanên xwe bi awayekî berfireh û mezin, tenik û maqûl, qayîm û bedew îfade bike; ew nivîskarek e ku bi her kesî re bi şêwaza xweya bêhempa diaxive. Ew şêwazeke ku pesnê peyvan nade, ew hem nû ye û hem jî kevnar e û bi hêsanî dikare her serdemî re hevaltî bike. “ (Meriç, 1998: 174).

Ji bo berhemên klasîk jî heman tişt hatiye gotin. Özdemir (1980) berhemên klasîk wisa pênasedike: Ev berhemên ku cîhana mirovan ronî dikin û kevirên bingehîn ên edebiyata cîhanê ne, ji ber ku wan li hember demê berxwedane û heta îro mayînde bûne, wekî berhemên klasîk tên hesibandin.” Di pênaseyek din de, di derbarê berhemên klasîk de wisa hatiye gotin: “Ji ber ku berhemên klasîk taybetmendiyên çanda ku ew lê ne, dewlemendiya hestan, raman û nirxên civakê vedibêje, kesên ku di serdema perwerdehiyê de ne bi saya van berheman dikarin ferî nirxên civaka xwe bibin.” (Kalfa, 2013: 107-108). Wekî din, xebatên klasîk di perwerdehiya zimên û hişmendiya zimên de xwedî girîngiyek mezin e, ji ber ku mirov dikare di têgehek herêmî an neteweyî de bi hêsanî di zimanê armanc an zimanê dayikê de gelek têgîn û guncaniyê bibîne (Göçer, 2010; Gökçe, 2019, & Tuncer, 2011). Ji ber vê yekê, gengaz e ku mirov ji berhemên klasîk ji bo perwerdehiya zimên jê sûdê wergire.

Dema em van pênaseyan binêrin em ê bibînin ku li ser têgeha klasîk û berhemên klasîk hemû nivîskar û lêkolîner di heman fikrê de ne, fikrê van ên dijberî hevdu tune ne.

Romana Kurdî û Romana Klasîk di Kurdî de

Romana kurdî ya yekemîn (Şivanê Kurmanca) di sala 1935an de ji alî Erebê Şemo ve hatiye nivîsandin. Ger em dîroka romana cîhanê bînin ber xwe ev roman sê sed sal piştî  romana Don Kîşota Cervantes e (1605). Li gor Nacî Kutlay gelek sedemên derengmayînê û pêşneketina romana kurdî hene. Ji van yek dewletên ku kurd lê dijîn kurdî qedexe bûye. Ji ber vê yekê ziman pêşde neçûye (Kutlay, 1996:56).  Ji xwe romana kurdî ya yekemîn jî li Sovyetê piştî Şoreşa Cotmehê derketiye. Piştî şoreşê Kurdên Kavkazê bi zimanê xwe perwerde bûne û pirtûk çap kirine, ev jî bûye sedema derketina cureyên nû yen edebiyatê.

Li gor Nacî Kutlay sedemek din jî ev e ku, roman xwendin û nivîsandin karê civateke pêşketî ye. Gelê Kurd jî di vî warî de gelek paş de mane. Sedemek din jî cudatiya alfabe û zaravayan e, kurd romanên hevdu nikarin bixwînin. Hin roman li Ewrûpa hatine nivîsandin ev jî xwe negihane welat û  haya gel ji van romana çênebûye (Kutlay, 1996: 56). Li gor Seydo Aydoğan, ger mirov bixwaze wêjeya kurdîya giştî  fahmbike divê  rewşa romana Kurdî jî fahmbike. Li gor wî du pirsgirêkên mezin ya romana kurdî hene; yek teqlîd e, yê din jî hejmara nivîskar û romana kurdî ye ji ber vê yekê dibêje ku romana Kurdî hê xeşîm e (Aydoğan, 2014: 127).

Romanên ku li Sovyetê çapbûne di bin bandora realîzma sosyalîst de mane û negihiştiye perçeyen din û van romanan encam nedaye ku kevneşopiyek rûniştî bi pêş bikeve. Piştî salên 1950an guherînên civakî-sîyasî li Kurdistana Iraqê ji bo derçûna roman kurdî ya li vê perçeyî bandoreke erênî kiriye. Li gor Haşîm Ahmedzade Kurdên Iraqê xwediyê hîn mafên çandî bûn jî di warê wêjeyê weşandina kurdî ne hêsan bû. Gelek romanên kurdî piştî nivîsandina xwe çend salan şunda hatine çapkirin (Ahmedzade, 2011: 22). Romanên ku heya sala 1990an hatine nivîsandin jî di bin bandora realîzmê de mane (Ahmedzade: 2011: 38). Ji ber ku romana kurdî heya sala 1990î di bin bandora realizmê de mane em dikarin di nav van romanan de şop û hêmana romana klasîk bibînin.

Di Derheqê Romana Jana Gel de

Nivîskar, di dawiya pirtûkê de diyar dike ku di sala 1956an de ev roman nivîsandiye. Lê ji ber ku 1956an de nivîskar bi xwe hatiye girtin, ev kitêb  û çend notên wî li cem hevalên wî mane û nehatine çapkirin. Di sala 1967an de hevalekî wî wan kîtêb û notan dide nivîskar û di sala 1969an de sê beşên romanê di kovara Rizgariyê de têne weşandin (Ehmed, 2019: 195-196).  Roman wek pirtûk cara ewil sala 1972an  li Silêmanîyê tê çapkirin. Piştî vê çapê  sala 1980an  roman bo farisî hatiye wergerandin (Ahmedzade, 2011: 54). Elîşêr (Ziya Avcı) ew pirtûk  sala 1992an  li Swêdê ji zaravayê Soranî,  wergerandiye zaravayê kurmancî, ew werger di nav weşanên Apecê de li Stockholmê derketiye. Heman werger paşê li Stenbolê ji alîyê weşanxaneya Komel ve carekî din hatiye weşandin. Li Amedê di nav weşanên Lîsê de çapa wê wergerê ya sêyem derketiye  (Polat, 2014: 26).

Îbrahîm Ehmed angaşt dike ku Jana Gel wek yekem romana kurdî ya Soranî ye (Ahmedzade, 2011: 54). Mehmed Uzun jî di pirtûka xwe ya Hêz û Bedewa Pênûsê de heman angaştê wisa vedibêje: “Jana Gel romana yekemin e ku bi zaravaye soranî (kurmanciya xware) hatiye nivisîn. Bi vî aliye xwe, çapbûn û derketina wê, bûyereke tarîxî ye” (Uzun, 1993:30). Lê dîroka çapkirina vê berhemê destûr nade ku em vê angaştê qebûl bikin. Rehîmê Qazî di sala

1959an de romana xwe ya Pêşmerge bi zaravayê Soranî nivîsandiye, li Erîvanê û Baxdayê (1961) çapkiriye. Ji ber ku weşandina romana wî beriya romana Jana Gel e, romana Pêşmerge romana yekem a bi soranî tê qebûlkirin  (Ahmedzade, 2011: 55).

Îbrahîm Ehmed di hevpeyvîna xwe ya Kurdistan Press de dibêje ku ji ber qedexeya wê demê nikarîbûye raserast behsa gelî kurd û Bakûrê bike behsa şoreşa Cezayirê kiriye, romana xwe jî pêşkeşiya şoreşgerên Cezayirê kiriye (vgz. Kutlay, 1996:61). Nivîskar ji ber sansûra rejîma Nûrî Seîd cih, dem û navên karakteran guhertine (Ehmed, 2019:195).

Kurteya Romanê

Navê serlehengê romanê Camêr e, ew 10 salan di girtîgehê de dimîne, paşê jî vedigere bajarê xwe. Deh sal berê roja ku hevjîna wî (Kalê) zaroka xwe  ya ewil tîne, Camêr diçe jê re pîrkekê bîne li ser riya wî li ber avahiya hikumetê pêrgî xwepêşandeneke sîyasî tê. Camêr li vir tê girtin û deh sal cezayê girtîgehê didinê. Di girtîgehê de bi saya pismamê xwe Lawe ji malbata xwe agahdar dibe. Pismamê wî Lawe her çi qas di nameyan de qala başbûna malbata wî bike jî ya rast hevjîna wî li ber hemlê de miriye. Camêr ji gîrtigehê derdikeve û dikeve  pêy malbata xwe. Hevalê wî Şaho jî hemberî wî derdikeve û dixwaze ku Camêr jî tevlî tekoşînê bibe. Lê Camêr ji bo bigihe malbata xwe diçe gundê jina xwe, li rê de tê gotin ku gundê ku jina wî çûye mêvantîyê  hatiye bombebarankirin û herkes miriye. Camêr vedigere bajêr, Lawe (pismamê Camêr) rastiya malbatê ji Camer re dibêje. Camêr dema bi rastiyê dihese biryara xwe dide û tevlî Artêşa Rizgarkirina Niştîman dibe (Ehmed, 2019).

Hêmanên Romana Klasîk Di Romana Jana Gel  De

Li gorî Phillis Bantley di romanên klasîk de bûyerên romanê rasterast li welatê ku nivîskar dijî derbas dibin (Bentley, 1952: 5). Wekî mînak bûyerên romanên îngilîzan li Îngiltereyê derbas dibin. Bûyerên Jana Gel jî li bajêr û gundên bakûrê diqewimin. Lê Îbrahîm Ehmed navê bajaran rasterast nedaye. Di romanê de ji bilî navên gundên Golan û Navdolan navê hemû bajaran veşartî nivîsandiye. Ji ber vê yekî em nizanin ev der li ku derê Bakûrê Iraq ye. Sedema wî jî bi şert û mercên vê demê re girêdayî ye. Armanca nivîskar ev e ku ji destê sansûra rejîma Îraqê berhema xwe rizgar bike, lewma mecbûr maye ku cih, demên romanê veşartiye ji ber vê yekê jî  navên bajaran rastûrast bi kar neaniye. Di dawiya romanê de di pêvekê de diyar dike ku di sala 1956an de li Silêmanî piştî mirina Şêx Mehmûdê mezin gelek mirov hatine kuştin û girtin û ev jî vê di salê de hatiye girtin (Ehmed, 2019: 195). Dibe ku ev bûyerên ku li Silêmanîyê qewîmine ji nivîskar re bûbûne îlham. Li gor Haşim Ahmedzade, lehengên romanê piranî mîna devoka Silêmanî diaxivin û nivîskar bi zanebûn wisa kiriye ku gel bizanibe ev der Silêmanî ye (Ahmedzade, 2014: 99). Ji van agahiyan em fêm dikin ku ji S.yê mebest bajarê Silêmanî ye, li gor Eroğlu jî “dibe ku Ç. jî taxeke Silêmanî be” (Eroğlu,  2016: 54).

Lehengên romana klasîk gelek in, qelebalixê dikin, pirî caran eleqaya van bi bûyera esasî re tune ye (Bentley, 1952:5). Di romana Jana Gel de jî bi xwedî navên pencî kesan derbas dibe û qala pêncî kesên bênav jî tê kirin, wekî; serokê dadgehê, du polês, parêzer hwd. Ev navên ku di romanê de derbas dibin carinan eleqeya wan bi bûyeran re tune ye. Mînak; Camêr dema diçe mala Nesrîna qîza xaltiya xwe û ji wê dibîhize ku merê wê hatiye girtin du zarokên wê tevlî şer bûne û halê wê jî perîşan e. Ji vir jî diçe mala Mecidê kûrê xalê xwe. Li vir jî dibîhize ku kûrê xalê wî bûye memûr û rewşa wî û malbata wî baş e (Ehmed, 2019: 134). Têkiliya Nesrîn û Mecid rastûrast bi bûyera esasî tune ye, lê nivîskar dixwaze bi van mînakan dijberiya civakî û rewşa xirab ya civakî şênber bike.

Li gorî Phillis Bantley di romanên klasîk de hîn dem nayê destnîşan kirin,  wekî perdekî li ser van bûyeran hebe (Bentley, 1952: 5). Di romana Jana Gel de jî ev tişt heye. Qala zarokatiya leheng nayê kirin, li ser mirina dê  û bavê Camêr pir agahî tune ye. Dibêjin jina Camêr miriye lê li ku hatiye veşartin, çawa miriye hirgulîyê van nehatiye gotin (Ehmed, 2019: 170-171). Camêr dikeve li pêy zarokên xwe, diçe li cem hevalên xwe û merivên xwe lê kesî ji wî re qala jin û zarokê Camêr nake. Wekî haya kesî li ser mirina van tune ye.

Yek ji taybetmendiya romana klasîk ev e ku di romanên klasîk de jiyana cinsî nayê nîşandan.  Piranî di romanên klasîk de xortekî vasat û keçikeke xweşik heye. Ji bo keç û xort negihin hevûdu jinek an jî mêrek nebaş derdikeve holê, ev kesên ku nebaş çiqas hewl bidin jî di dawiyê de nebaşî têk diçe û başî bi ser dikeve (Bentley, 1952: 5). Ev taybetîya romana klasîk dişibe taybetiyên çîroka gelerî, destan û efsaneyan. Li gor Eroğlu jî lehengên romana Jana Gel yekalî ne, ger xirab be, zalim e, ser û sûretê wî pîs e; ger baş be belangaz e, bedew e, rûşerîn e

(Eroğlu, 2016: 51). Di van vegotinan de jî jiyana cinsî yan karakteran nayê nîşandan. Di romana Jana Gel de jî jiyana cinsî ya karakteran nehatiye nîşandan. Di romana Jana Gel de ciwantiya

Camêr vasat e. Her rojên wî wek hevdu derbas dibin. Tê malê xwarina xwe dixwe, evarê jî diçe li cem hevalên xwe. Du evînên Camêr hene. Evîna wî ya yekemîn dotmama wî Asko ye. Lê amojina wî naxwaze qîza xwe bide Camêr, her dem bi nebaşî nêzikî Camêr û malbata wî dibe.

Bi hinceta ku Kalê di mala van de maye qîza xwe jî nade. Diya Asko wekî karaktereke nebaş e û digihe armanca xwe.  Camêr dawiyê bi Kalê re dizewice, nivîskar qet qala munasebata van ya cinsî nake.

Di romanên klasîk de mijar mijareke ji rêze ye. Lê çîrokên ku bi vê mijarê re girêdayîne gelek in û nivîskar bi hostetî van bûyeran bi hevdu re gire dide (Bentley, 1952: 5). Mijara Jana Gel jî ji bûyereke ji rêze dest pê dike. Camêr dixwaze here ji bo jina xwe pîrikeke bîne lê di rê de birîndar dibe û tê girtin, êdî mijara roman digihure hejmara çîrokan zêde dibin.

Li gorî Phillis Bantley di romana klasîk de gelek bûyer bi hîn temayên rengîn bi hev du re tê girêdan (Bentley, 1952: 5). Di van romanan de temayek tenê nîne gelek tema hene. Di romana Jana Gel de jî nivîskar li ser gelek temayan û bûyeran sekinîye. Wekî tema li ser; evîn, rewşa gel, şer, şervan, zîndan, xizanî, malbat, xiyanet, mirin û hwd. jî sekiniye.

Romannivîsên klasik cîhana romanê ji bûyerên rast dixemilînin. Di romana klasîk de cihanên derasayî pir tune ye jiyana rasteqînî esas e. Roman di bandora realîzmê tên nivîsîn û nivîskar destdûr nadin ku tu tişt vê rasteqînê xira bike. Di romana Jana Gel de jî bûyerên derasayî tune bûn. Jiyana rojane bi çavderiyeke baş di romanê de cih digirt. Haşim Ahmedzade vê romanê berovajî romanên kurdî yên li Yekitiya Sovyetan hatibûn çapkirin xwedî taybetmendiyên romana realist dibîne (Ahmedzade, 2011: 24). Taybetiyeke din ya romana klasîk ew e ku cih nadin karakterên awarte. Carinan bi armanca henekkirinê an jî tinazpêkirinê dibe ku romana klasîk de cih bigire. Lê romana Jana Gel de kesên wekî; cîn, perî, hût, sêhr nînin. Ji ber vê yekê bûyer û kesên ku dûrî hiş û aqil û rastiyê nînin.

Lehengên romanên klasîk dibin qehremenên civakî (Çetin, 2017: 73). Camêr jî di romanê de wekî qehremanêkî civakî derdikeve pêşiya me. Destpêka qehremantiya Camêr jî bi birîndarbûna wî dest pê dike. Li girtîgehê, li derve, li çiya navê wî belav dibe. Herçiqas bi xwe ne serokê meşê be jî di nav gel û hevalên wî de wekî serokê çalakiyê tê dîtin. Camêr bi tevger û nêrînên xwe bêqusur hatiye destnîşankirin. Bi hîn tevgeran jî qehremantiya Camêr tê nîşandan. Wekî mînak; dema mala hevalê xwe de kom dibin, Camêr meyê venaxwe. Ji ber ku sond xwariye ku heya cejna rizgariyê nebe meyê naxe devê xwe. Di dawiya romanê de qehrementiya xwe nîşan dide û tevlî şoreşê dibe (Ehmed, 2019: 91).

Romana klasîk pir caran romana  emirekî ye. Romana Jana Gel jî li ser jiyana Camêr dimeşe, heya ji nivîskar tê jiyana wî tîne li ber xwîneran. Kêfxweşî û nexweşîya Camêr riya romanê diyar dike. Lê dawiya emirê Camêr em nizanin.  Nivîskar di dawiya romanê de qala pêşeroja Camêr nekiriye. Nivîskar, dawiya romanê wekî romanên modernîst bê encam hiştiye.

Di serdema romana klasîk de rola herî mezin ya civaknasîyê ye. Mijar, bûyer û ideolojiyên civakî, siyaset bala nivîskaran dikşîne. Ji ber ku nivîskar dikevin li pey van mijaran di romanan de psikolojî, takakesî, ferdparezî li paş de dimîne. Cihê takekesîyê civakbûn digire. Li vir edî ‘ez’ tune ye ‘em’ hene. Ji ber vê yekê romana klasîk ne romana ‘ez’ê ye romana ‘em’ê ye. Di romana Jana Gel de jî nivîskar sosyolojiya Kurdan, dijberiya civakî, heta folklor û adetên

Kurdî jî destnîşan kiriye. Armanca nivîskar ew e ku êş û jana gel   kişandiye bigihîne xwîneran. Ji ber vê yekê pir girîngî nedaye kesan. Lehengên romanê wekî fon derdikevin pêşiya me, nivîskar li ser derûniya wan pir nasekine. Hemû kes ji bûyera esas re xizmetê dikin. Her karakter li gor başbûn û nebaşbûna xwe di romanê de sosyolojiya Kurdan temam dikin. Ji van tenê takekesî û derûniya Camêr baş hatiye dayîn. Ji girtîgehê derdikeve di navbera du biryaran de asê dimîne; malbat an têkoşîn?

Romana sedsala 19an li ser trajediya mirovan û windakirina idealên mirovahî jî pir disekine. Di van romanan de her çiqas bûyerên nebaş biqewimin jî lêhengên sereke dev jî mirovahitiyê bernadin (Karadeniz, 2017: 97). Ev romana Jana Gel jî trajediyên ku gelê Kurd kişandiye tîne ziman. Gundên ku hatine rûxandin, îşkence û kuştinên wê demê, feqirtî û koçberî trajediyên wê demê ne û di romanê de cihê xwe girtine. Li hemberê ev qas bûyeran Camêr heya dawiya romanê dîsa jî mirovek baş hatiye nîşandan.

Di romana klasîk de de hêmana herî girîng bûyer e. Mirov di nav van de wekî navgînekê ye. Armanca van romanan dayîna peyamê, agahî an jî hişmendiyê ye. Honaka romanê, ji bo van armancan tê dîzaynkirin (Çetin, 2017: 72). Îbrahîm Ehmed ji ber ku heman demê de sîyasetmedar e, bandora sîyaset û şoreşê di romana Jana Gel de tê dîtin. Lehengên wî mîna şoreşger û sîyasetmedaran diaxifin. Li gor me bi vê romanê nivîskar, rewşa xirab ya civakê, keseke ji rêzê çawa dibe şoreşger nîşan daye. Camêr li girtîgehê dimîne lê şoreşger nabe, li pey malbata xwe dikeve, çavderiya civakê dike û dibe şoreşger, nivîskar dikaribû jiyaneke rêzê li ber Camêr deyne lê ji ber fikra xwe ya sîyasî Camêr dike şoreşger.

Di romana klasîk de dem li gor salnameyê diherike. Rastiya cîhana derveyî esas tê girtin. Divê di navbera dîrokan de çewtî an jî şaşî tunebe. Di romana Jana Gel de ji hêla dîrokê ve xeletî an jî şaşiyek tûne ye. Lê nivîskar dema kronolojîk bi kar neaniye, bi flashbackan dema romanê diguhere û çend agahî tê dayin û roman dîsa berdewam dike. Nivîskar di romanê de piranî dema bi roj bi kar anîye û bûyer bi roj diqewimin, bi şev pir bûyer çênebûne. Li gor me nivîskar xwestiye ku rasteqînî û teqeziya bûyeran dest nîşan dike ji ber vê yekê piranî bûyer bi roj diqewimin.

Li gorî Bantley romanên klasîk dirêj in. Ger em romana Tolstoy ya Şer û Aşitî, romanên

Dostoyevskî ya Sûc û Ceza, Birayên Karamazov binêrin li gorî vê taybetmendiyê ne. Lê romana Jana Gel li gor wan romanên Rûsî qawareya(hacm) wê ne dirêj e.

Encam

Derengmayîna derketina romana kurdî sinifandina bizavên romana kurdî dijwarttir dike. Dema romana kurdî ya yekemîn hatiye nivîsandin li Ewrûpayê serdema klasîk û modern derbas bûye û nîqaşên romanên postmodern hatiye kirin. Romanên kurdî jî ji ber vê yekê ne tenê di bin bandora romana klasîk de maye her wiha ya romana modern û postmodern de jî maye.

Di vê xebatê de armanca me ev bû ku hêmanen romana klasîk ya Jana Gel destnîşan bikin. Di vê xebatê de me dît ku hin taybetiyên romana klasîk di romana Jana Gel ya Îbrahîm Ehmed de hene.  Ev hêman jî ev in:

Hîn cihên romanê rasterast li welatê ku nivîskar dijî de derbas dibe,

Di romanê de gelek leheng hene, qelebalixê dikin, pirî caran eleqaya van bi bûyera esasî re tune ye.

Hîn dem nehatiye destnîşankirin,  li ser hîn bûyeran wekî perdekî li ser van hebe veşartî ne.  Jiyana cinsî ya lehengan nehatiyû destnîşankirin.

Roman ji mijareke rêzê dest pê kiriye. Lê çîrokên ku bi vê mijarê re girêdayî gelek in û nivîskar bi hostetî van bûyeran bi hevdu re gire dide.

Di romanê de karakterên awarte tune ne.

Mijarên civakî, buyerên civakî, ideolojiyên civakî, siyaset di romanê de cihê xwe girtine.

Lê çend hêman jî ne tamamî be jî bi kêmanî di romanê de cih girtine. Ev hêman jî ev in:

Romana Jana Gel ji alîye qewareyê ve ne pir dirêj e.

Romana klasîk piranî romana emireke ye, jiyana lehangan bi temamî tê nîşandayîn, lê di romanê de jiyana wî ya piştî Şoreşê em nizanin.

Dem, di romana klasîk de li gor salname diherike. Lê romana Jana Gel carinan bi flashbackê nîvîskar bûyer û agahiyên berê dide.

Li gor me sedema nebûna hîn hêmanan di dîroka romanê de veşartiye, ji ber ku roman 1972an hatiye çapkirin an jî di sala 1956an de hatiye nivîsandin her du dîrok jî dawiya serdema romana klasîk e. Destpêka sedsala 20an serdema romana klasîk diqede û dema modern û postmodern dest pê dike, lê ji ber ku roman dereng ketiye nav wêjeya Kurdan, nivîskarên Kurd jî di romanên xwe de di bandora çend bizavan de mane. Sedema nebûna hin hêmanan jî em dikarin di bandora modernizm an postmodernîzm de bibînin. Ew jî bêencamhiştina romanê, bikaranîna flashbackê, taybetiyên modernizm û postmodernizmê ne. Xuya ye haya Îbrahîm Ehmed ji romanên serdema xwe heye û wî bi zanebûn hîn teknîkên modern bi kar anîne.

Wek encam em dikarin diyar bikin ku romana Jana Gel di nava xwe de hêmanên romana klasîk hewandine.

Veysel TANRIKULU- Mehmet Veysi BABAYİĞİT

Kovara Kurdinameyê ya Navnetewî Jimar: 5 – Mijdar -2021 

Çavkanî

Ahmedzade, H. (2011). Romana Kurdî û Nasname. Wer. Fahriye Adsay. İstanbul: Weşanên Avesta

Ahmedzade, H. (2014).  Li ser Wêje, Civak û Romana Kurdî bi Haşim Ahmedzade re  Hevpeyvîn, Hevpeyvîn: Dawid Yeşîlmen. Kovara Wêje û Rexne. Hejmar:1, r. 85-110.

Antakyalıoğlu, Z. (2013). Roman Kuramına Giriş. İstanbul: Ayrıntı Yayınları.

Atakay, Kemal (2004). “Kanon Huzursuzluğu”. Kitaplık, 68, 70-77.

Aydoğan, S.Î. (2014). Pexşan û Roman Di Wêjeya Kurdî de, di nav Guman 2. Stenbol: Weşanxaneya Rûpelê.

Aytür, Ü. (1994). Pikareks Roman. Gündoğan Edebiyat, Yaz-Güz. s. 183.

Aytür, Ü. (1995). Destandan Romana. Gündoğan Edebiyat, Güz. s. 107-120. Bentley, P. (1952). Değişen Roman. Çev. Orhan Azizoğlu. Varlık Dergisi, 1 Mart 1952, sayı:

380,  s.5.

Çetin, N. (2017). Roman Çözümleme Yöntemi. Ankara: Akçağ Yayınları.

Çetişli, İ. (2012). Batı Edebiyatında Akımlar-I. Z. Erk Emeksiz (Ed.). Eskişehir: Anadolu Üniversitesi Yayınları.

Ehmed, Î. (2019). Jana Gel. Wer. Zîya Avci. Weşanên Lîsê: Diyarbakır.

Eroğlu, İ. (2016). Geryanek li Dora Belangzîyê: Jana Gel. Wêje û Rexne, hejmar 7, r. 44-57.

Ertem, C. (1995). Fransız Romanı Çerçevesinde Roman Türüne Kuramsal Bir Yaklaşım. Gündoğan Edebiyat, Kış, s. 41-47.

Göçer, A. (2010). Türkçe Öğretiminde Çok Uyaranlı Bir Öğrenme Ortamı Oluşturmak için Seçkin Edebî Ürünlerden Yararlanma. Türklük Bilimi Araştırmaları, (27), 341-369.

Gökçe, B. (2019). İlk Örneklerinden Günümüze Dünya Edebiyatı. Oğuzhan Sevim & Yusuf Söylemez (Eds). Dünya Edebiyat Araştırmaları (1.Basım, ss.1-16). Ankara: Nobel Yayınları.

Hawthorn, J. (2000). Roman Nedir? Çev. S. Tural. Türk Yurdu Dergisi, c. 20. (52) s. 6-10.

İsen Durmuş, T. (2011). Türk Edebiyatında Klasik Algısı Üzerinde Düşünceler. Milli Folklor, 23(90).

Kalfa, M. (2013). Klasik eserler ve klasik eserlerin eğitsel işlevi. Türkiye Sosyal Araştırmalar Dergisi, 171(171), 105-112.

Kutlay, N. (1996). Romana Kurdî. Kovara Nûdem, Hejmar: 18, r 55-64.

Meriç, C. (1998). Kırk Ambar. İstanbul: İletişim Yayınları.

Özdemir, E. (1980). Türk ve dünya edebiyatı: kavramlar, dönemler, yönelimler (No. 457). Ankara Üniversitesi Siyasal Bilgiler Fakültesi.

Özgül, K. M. (2003). Romanın Hikayesi; di nav Kandille İskandil de. Ankara: Hece Yayınları  Parla, J. (2020). Don Kişot’tan Bugüne Roman. İstanbul: İletişim Yayınları.

Polat, L. (2014). Pêncî Romanên Kurdî. İstanbul: Weşanên Ar.

Stevick, P. (2017). Roman Teorisi. Çev. Sevim Kantarcıoğlu. Ankara: Akçağ Yayınları.  Tuncer, Hüseyin (2011). “Türkçe Öğretiminde Edebi Metinlerin Yeri ve Önemi”. III.

Uluslararası Dünya Dili Türkçe Sempozyumu Bildirileri. 16-17 Aralık 2010, İzmir:

Kanyılmaz Matbaası, 901-907.

Türk Dil Kurumu. (2012). Türkçe Sözlük. Ankara: Türk Dil Kurumu Yayınları.

Uzun, M. (1993). Hêz û Bedewiya Pênûsê. Weşanên Nûdem.

Watt, I. (2018). Romanın Yükselişi. Çev. Ferit Burak Aydar. İstanbul: Metis Yayınları.

PUKmedia-candname

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket