90`Hunermend beşdarî pêşangeha Hunerê ya Eştar dibin

Wêje û Huner 10:22 AM - 2022-03-24

Bajarê Silêmaniyê, paytexta çand û hunerê bi beşdariya 90 hunermendên 5 welatên erebî û biyanî, pêşangeheke hunerî ji bo navenda Eştar a rewşenbîrî û hunerî vekir û dê 3 rojan berdewam bike.

Serokê Dezgeha Aştar ya Hunerî Baqir Nehmeh ji PUKmedia`yê re ragihand: “Îro em li bajarê me yê duyemîn Silêmanî, paytexta çand, huner û jiyana aştiyane ne, me li Galeriya Niştimanî ya Emne Soreke pêşangeheke hunerî bi beşdariya 90 hunermendên plastîk ji pênc welatên erebî û biyanî (Erebistana Siûdî, Sûriye, Felestîn û Almanya), Êraq û Herêma Kurdistanê vekir, tabloyan jiyana jina Êraqî û êş û azarên wê nîşan didin û tabloyên din siruşt û wêneyên kesane yên mirovên navdar li Êraqê nîşan didin.
 Yek ji beşdarê pêşangehê Sundus Şîrwan ji PUKmedia`yê re ragihand: "Ez kêfxweş im ku bi hevkar û hunermendên xwe yên ji Bexda û parêzgehên din reû  hunermendên mezin ji welatên din tabloyek li ser jineke ku dilxweşî û bextewariyê tîne parve dikim, û ev derfetek baş e ku em ji hunermendên navdar ên derveyî ezmûnan bistînin."
Hunermenda bedew Sêrîn Merîwan jî wiha got: "Eştar ew jina Êraqî ye ku carek ji civaka xwe û carek din jî ji jiyana xwe êş kişandiye. Kesayetiya wê di bedewiya wê ya hundir û derve de diyar dibe.
 Hêjayî gotinê ye ku di pêşangehê de hunermendên ji dibistanên cuda yên hunerî hatin cem hev û ji ber belavbûna nexweşiya Koronayê û dijwariya çûnûhatinê, hunermendên beşdar ji welatên Erebî û biyanî lêborîna xwe xwestin û tenê beşdarî tabloyên xwe bûn.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket