BISENE CAREKÊ

Wêje û Huner 10:22 PM - 2022-03-19

Bisena carekê!
Ez bibim wek sovekara,
Niqûy bim derya çevên teda,
Bimiçiqînim li te van hêstira.
Bisene carekê!
Bînaya çevê reş-belekda,
Mêzekim çi heye kûrahyêda,
Dibekê bibînim xeyalên xwe.
Bihêle carekê!
Bi tilyê nazike-mûmîn,
Pê gul-sosinê Serhedê,
Bixemilînim porê teye zerîn.
Destûrê bide!
Bejin, bala teva heyr-hijmekar bim,
Bi bîn-boxsa teva serxweş û mest bim,
Evîna xweye bê hampa dîyarî tekim.
Were carekê!
Ramûsanekî şîrîn bidim lêvê kaxetî,
Serê xwe daynim ser dilê tey sotî,
Hembêza teda bihelim wek find hêdî-hêdî.
Xwezil carekê!
Em bi hevra bibana mêvanê şevê,
Bin verşaq û çira hîveronê,
Bişkênanda hesreta dem-salê.
Her tenê carekê!
Tehm kira barek ji evînê,
Vexwera qultek ava destê yarê,
Vêsanda agirê vê vûlkanê.
Binhêra carekê!
Çiqasî xemxurî ji te hez dikim,
Qesra dilê xweda xwedî dikim,
Hetanî mirinê ji te bîr nakim.
##Seyran

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket