Daxuyanî ji bo nerîna giştî di derbarî dagîrkirina Efrînê de

Kurdistan 02:34 PM - 2022-03-18

DAXUYANÎ
Di / 20 / 1 / 2018an de çekên ezmanî yên Turkî dest bi topbarankirina navenda bajarê Efrînê û gund û navçeyên wê kir , herwiha hêzên dagîrkeriya Turkî û çeteyên xwe bi hemû çekên xwe yên giran êrişî Efrînê kirin , û tevî berxwedaneke pêçayî ji aliyê hêzên kurdî de , lê dagîrkerên Turk karîbûn bajêr dagîr bikin û di encamê de bi hezaran pakrewan û birîndar û bi sed hezaran gelê me koçber bû ji ber topbarankirina beyalî û ezmanî bi ser herêmê de.
Piştî  Çar salan ji dagîrkeriyê heya niha herêma Efrînê rojane rastî tawan û binpêkirinan tê , çekdarên îslamî di dermafê welatiyên kurd de berdewamin di kiryarên xwe yên ne mirovî de ji talan , dizî , û destdirêjahiya li ser samanên wan , Herwiha girtin , revandin û kuştinê li dijî wan bi kar tînin bi aramanca xizankirin û perîşan kirina welatiyên kurd da ku ew neçar bibin dest ji gund û bajarê xwe berdin û koçberiyeke firehtir li herêmê re were kirin bi armanca cîbicîkirina operasyonên guherîna dîmixrafî li dujî hebûna gelê kurd li Efrînê.
Em di Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê de vê bêtar û felaketê bi xemgîniyeke mezin di dermafê êş û azarên gelê xwe de bi bîrtînin , herwiha em wan cangoriyên ku di ber xak û rûmeta gelê xwe de canê xwe dane silav dikin û van siyasetên Turk û Erebkirinê ya ku dewleta Turkiyê li dijî kurdên Efrînê dimeşîne em şermezar dikin.
Di heman demê de em bang li civaka navdewletî , deste û rêxistinên mafên mirovan dikin ku bi hemû berpirsyartiya xwe rabin , û fişarê li ser Turkiyê bikin da ku dagîrkeriya xwe li herêmê bi dawî bîne , û koçberiya bi darê zorê rawestîne , û peydakirina parastineke pêwîst ji bo vegera gelê kurd li Efrînê û hemû herêmên kurdî yên dagîrkirî.

17 / 3 / 2022

Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket