Encûmena Penaberên kurd; Helebçe birîneke naye ji bîr kirin

Kurdistan 07:16 PM - 2022-03-15

Encûmena Penaberên kurd li Silêmanî û Helebçe di peyamekê de dazanîn ku Helebçe birîneke kûr û bê dermane û naye ji bîr kirin.
Di peyam,eke xwe de, Encûmena penaberên kurd ê Rojavayê Kurdistanê wiha got; Helebçe birîneke kûr û bê dermane û wê qet naye ji bîr kirin.
Bi salvegera 34`mîn ya komkujiya Helêebçeyê ku ji aliyê rêjîma Sedam Hisên ve pêkhatibû. Bi vê roja xemgîn Encûmena Penaberên Kurd ê Rojavayê Kurdistanê wê buyera hovana bi tundî şermezar dike û piştîvaniya daxwazên xelkên Helebçeyê dike û pêwîste hemû welatên peywendîdar hewil bidin ku vê rojê bikin roja nehîştina tawanên qirkirina gelan ku dei roja 16-3--1988`an de li dijî gelê kurd ê sivîl û aştîxwaaz pêkhatibû ku bû sedema jinavbirina 5000 mirovê kurd û bêhtir ji 10000 hezar birîndar û gazî.
Encûmena Penaberên Kurd- Sûriye serxweşî li gelê kurd û Kurdistanê û bi taybetî xelkên Helebçeyê kir û hêvî xwest ku ev nexweşiya herî dawî be û ew tawanbarên wê buyera qirêj û metirsîdar bêne dadgeh kirin û siza dan.
PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket