Peyama politburoya YNKê bi boneya 8ê Adarê

Kurdistan 05:01 PM - 2022-03-08

Peyama politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê bi boneya 8ê Adarê ya Roja Jinan a Navnetewî.
Bi boneya roja jinan a navnetewî, îro roja sêşemê 8-3-2022`an, politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê  peyameke pîrozbahiyê weşand.

Bi boneya salvegera roja 8ê Adarê germtirîn pîrozbahiyan li ciwan û jinên xweragirê Kurdistanê dikin ku serbarî wê yekê ku tawanên kuştina jinê jî serhildaye gelek mixabin ku bû ye diyardeyeke nerewa û em ji bo bidestxistina maf û azadiya wan jinan di xebat û tekoşînê de her berdewam in.

Em dixwazin ku wek Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê bi bîra hemû aliyan bihêin ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê her di destpêka kar û xebat û tekoşîna xwe de, jin ji tekoşîn û xebatên xwe dûrexistbû û dabran nekiribû. Ne ji xebatê siyasî û ne jî sivîlî û ne jî her tekoşînek be û hemû aliyên jiyana civakî de beşdarbûne û zemîn xweşkir tako Yekîtiya Jinan a Kurdistanê da damezrandin û li piştî destpêkirina raperînê jî, jinan dikanîn bêhtir rastiya xwe di nava rêxistin û çalakiyan de bidin selmandin û dakokî li maf û azadiyên xwe bikin.

Ji ber wê jî, serok Mam Celal jî herdem piştgiriya jinan dikir ji ber wê jî, di sala 2002`an de herdu biryarên yasayî 59-62 ku taybet bûn bi rêgirtin li jinanînê û ji bo derbarê kojerên jinan de bû.

Her ji bilî wê jî, jin bi sayê Mam Celal û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê beşdarî li kar û xebat û û navendên û çiqas navendên hikûmî û rêxistinî bûn û serbarê wê jî, mixabin ku îro binpêkirina maf û azadiyên jinê berferehtir dibin û bi navê cuda kiryarên tirsinek û gelek xerapî bi derheqê jinan dibin.

Di dawiyê de, careke din em germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya hemû jinan dikin û piştgirê çespandina xwestek û mafên jinan in ku dadkokî li mafên xwe bikin û piştîvaniya me ji jinan re dupat dikin.
Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê

8-3-2022

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket