Bafil Talebanî: Jinan ji bo dadweriay civakî gelek qurbanî dane

Kurdistan 04:01 PM - 2022-03-08

Bi boneya hatina roja jinan a navnetewî, Bafil Celal Talebanî peyameke pîrozbahiyê arasteya tevahiya jinên cîhanê û Kurdistanê kir.

Ev jî naveroka peyamê ye:

Bi boneya salyada roja jinan a navnetewî, ez germtirîn pîrozbahiyan li jinên Kurdistan û ên Cîhanê dikim.

Jin xwedî roleke mezin û li ber çavan bû ye û di dîroka me de wiha hatiye naskirin li hemberî ne dadî û neliheviyê  û peydakirina dadweriay civakî û yeksaniyê qurbaniyên pir dane. Îro em salvegera wan hemû jianan dikin ku bi çaveke baş û rêzgirtin li xebatên wan dinêrin, di heman demê de, em xwe dibînin wek destekdayîn û alîkar û piştgirvanên rasteqîne ên mafên jin.

Em bi nîgeranî didin ragihandin ku hejmareke mezin ji zorbasî û tundûtîjî li dijî jinan hene û bilintir dibe û pêwîste em rê lê bigrin û ev kiryarên ne rewa û xerap di hundirî civaka me de bêne rawestandin.

Lewra, em bi hemû awayekî pişrgirî û palpiştî jinan li Kurdistanê ne û emê li dijî her rengek ji rengên tundûtîjiyê bin û emê wan siza bidin û emê ne dadwerî û cudabûn nepejirînin û emê girîngiyeke mezin bidine rola jinan di civakê de û mafên jinê wê li cem me erkeke sereke be.

Bafil Celal Talebanî

8-3-2022

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket