Serokkomar: Jinên Êraqî xwedî roleke birûmet in

Êraq 02:37 PM - 2022-03-08

Serokkomar Dr. Berhem Salih aşkire kir ku di avakirina welat de, jinên Êraqî xwedî roleke birûmet in.
Bi boneya hatina yada 8ê Adarê roja jina cîhanî, serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salih, rola jinên Êraqê di tekoşîna avakirina welat de bilind nirxand.

Li ser hesabê xwe a Twiterê serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salih bi boneya roja jinan a navnetewî peyameke pîrozbahiyê weşand û tê da piştî silav û rêz û bilindnirxandina rola jinan, aşkire kir ku jinên Êraqî xwedî roleke dîrokî û li ber çavan in û rola wan dîrokî bû ye di avakirina welat de.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket