Hêro Xanê dîrokek saz kir

Kurdistan 12:59 PM - 2022-03-08

Dede Hêro, Hêro Xan, Xato Hêro Ibrahim Ehmed , ew jina bû ku di zemettirîn serdem de li ser çiyayên Kurdistanê li gel pêşmergeyên mêrxwas û wek hevjîna rêberê şoreşa nû ya Kurdistanê rewanşad serok Mam Celal  û rojnamevaneke şoreşger tevdigerî.
Dede Hêro Xan di dîroka gelê kurd e, wek yekemîn jin li gel hevjîna xwe ji tekoşîn û xebata serê çiyayên Kurdistanê ber bi koçka serokkomartiya Êraqê ve birêket û dest bikar bû.

Jina şoreşvan a kurd dede Hêro mora xwe li dîroka tekoşîna rizgariya neteweyî Kurdistan da.
Jina şoreşvan û polayî xebatkara serî çiyayên Kurdistanê Hêro Îbrahîm Ehmed yek ji jinên ku pêncemora xwe li ser rûpela dîrokê xistiye ye.
Piştîvana herî mezin a doza gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê ye.

Hêro Xan Îbrahîm Ehmed xelata Papaya watedar li Dêra Mar Yusif wergirt.

Her weha xelata duyemîn jî ya Papa yê Vatican ji bo jina şoreşger ya herî bihêz Hêro Ibrahim Ehmed re hat pêşkeşkirin.
Ew xelat ji bo wê yekê ye ku Hêro Xan bi awayekî pir baş xizmeta bi mirovên penaber û awere û Bêkes û hejar an kiriye û bi mirovdost hatiye naskirin û ji ber wê yekê jî, ew xelat li layîqî hatiye dîtin.
Endama politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Hêro Îbrahîm Ehmed xelata Papayê Vatîkanê wergirt.
Îro roja yekşemê 15-1-2016`an ser nîvro, rêxistina Asis Pakis Enternaşyonal û nûnerê Papayê Vatîkan Li pay Karên mirovdostî Hêro Xanê de, ku çendîn xelatên cîhanî ji bo Hêro Xanê hatiye pêşkeş kirin û em kêfxweşin bi vê kar û xelatên ku wergirtiye û bi hêvî ne her berdewam be li ser karên mirovdostî.
Piştî çendîn kar û xebatên bo penaber û awere û xwedîlêderketina li mirovên hejar û bê kes, Îro roja yekşemê Hêro Xan li Dêra Mar Yusif a li Silêmaniyê ji aliyêrêxistina Asis Pakis Enternaşyonal û nûnerê Papayê Vatîkan ve hat xelat kirin.
Pîroz be li herdu serkirdeyên YNK ên naskirî Xato Hêro Ibrahîm Ehmed û rêzdar Kosret Resûl Elî yên ku ji destpêka şoraşa gelê kurd ya Başûrê Kurdistanê ve di nava tekoşîn û xebata fermî de ne û bi bê dûrketin û an jî rewastandin.

Jina şoreşger û tekoşer ê kurd Hêro Ibrahîm Ehmed hevrê û hevjîna rêberê şoreşa rasteqîne ya nû û sekreterê giştî ya YNK`ê serokê nemir Mam Celal e, weku yekem serokê hilbijartî yek serokkomarê Kurd gihîşte serê desthilatdariya desturî li Êraqa federal a demokrat.

Ji çiyayên Kurdistanê gihîşte koşka komariya Bexdadê

Di destpêka şoreşa Başûrê Kurdistanê û heya rizgarkirina wê, bêtir ji 60 salî serok Mam Celal mora xwe li ser kar û xebata nîştimanî ya vê perçeyê welat xistiye û li nser rûpela dîroka nûh ya gelê Kurdistanê bi şoreşeke nûjentir û bi remaneke sosyal demokrat derkete holê û dikarî ji sengerên pêşmergeyetiya çiyayên Kurdistanê ber bi koşka komariya nÊraqê ve bi rêkeve û cihê dîktetorekî ku bi birîna serî wî sondxweribû bigre û piştre li ser bidarvekirina wî dîktetorî jî mor û wajo neke.

Her weha piştî ku raperîna gelê Kurdistanê bi girsayî dest pê kir, rewşa desthilsata rêjîma bas guhert û ew raperîn raperîneke dîrokî li dijî rêjîma Basê rabibû, di encamê de, gelê Kurd dikarî li hemû bajar û bajarokê Herêma Kurdistanê yeke bi dûv yekê de rizgar bikirane û gelek şehîd û pakrewanên mezin pêşkêşî wê serhildanan dîrokî hatin kirin.

Em cansaxiyê jê re dixwaz in.

Li vir dixwaz im tiştekî derbarê nerîna serok Mam Celal li ser rastiya keayetiya bihêz a Hêro Ibrahîm Ehmed bîn im ser nivîs ku di kovara Mesedê ya ser bi mekteba ragihandina YNKê ve tê weşandin wiha dibêje:

Mam Celal; Hêro Xan xwediya kesayetiyeke cuda bû


Mam Celal û cihê Hêro Xanê di jiyana wî ê tekoşînî, siyasî û kesayetiyê de çiye.
Ji Pirtûka hevdîtina temen..
Ji bilî girîbesta hevjîtiyê Hêro ji bo te çi ye..?
Ji bilî ku ew hevjîna mine, ew;
Yekem; Ew wek bijîşkek bi min re ye ku agahdarî rewşa tenduristiya min e wek bijîşkek.
Duyem; Ew şêwermenda min a herî mezxine di gelek kasrûbaran de, ez bi wê dişêwrim û nerînan bi hev re didin û distînin.
Siyem; Ew malxwe   û xema min a rojene jî pir bi parêzvanî dixwe.
Çarem; Ew dosta min e, ya rastî ew hevala min a tekoşînê ye, kesayetiyeke wê pir cudaheye û kok di nav kesayetiya min de wunda nabe, lewra jî, heya îro jî navê min li xwe nekir, lê her navê xwe  li xwe kirî (Hêro Îbrahîm Ehmed), ne ku (Hêro Talebanî), heya ku em di hinek mijarên siyasî de nakok dibûn, wê riyek digirt û min riyeke din ji xwe re digirt.

Pirtûka" Hîro Xan lûtkeya Têkoşînê" derket


Pirtûkek li ser jina şoreşger a kurd Hêro Xan tê belavkirin.
Biryare ku îro Duşemê 14-6-2021`an, li avahiya navenda Rêxistinên Silêmaniyê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê merasîma nasandina pirtûka " Hîro lûtkeya têkoşînê" were li dar xistin.
Herwiha navendê rêxistinên Silêmanî, xwendevan û rewşenbîr ji bo beşdarbûnê di merasîmê û belavkirina pirtûkan de vexwendin.
Pirtûka lûtkeya xebat û tekoşînê hat belav kirin
Pirtûka bi navûnîşana ((Hêro Xan lûtkeya xebat û tekoşînê)) li Silêmaniyê hat belav kirin.
Di merasîmeke girîng de, li bajarê Silêmaniyê di malbenda Silêmanî ya YNKê de, pirtûka derbarê kar û xebata tekoşera jin a kurd a şoreşger Hêro Xanê de ku bi navûnîşana Hêroxan li lûtkeya xebat û tekoşînê de ji aliyê nivîskar balyoz Dr. Mihemed Sabir ve hatiye amade kirin.
Her weha naveroka wê pirtûkê derxistina dîroka xebat û tekoşîn û jiyana rojana a Hêro Ibrahîm Ehmed wek xebatkareke jin a mandonenas a kurdeyetiyê û hvrê û hevjîna serokê rewanşad Mam Celal ku di rojên xebata çiyayn û bajaran de derbas kirî ye.
Hêjayî gotinê ye ku îro Duşemê 14-6-2021`an, li avahiya navenda Rêxistinên Silêmaniyê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê merasîma nasandina pirtûka " Hîro lûtkeya xebat û têkoşînê" hat lidarxistyin û navendê rêxistinên Silêmanî, xwendevan û rewşenbîr ji bo beşdarbûnê di merasîmê û belavkirina pirtûkan de vexwendi bû.

Endama Polit Buroya YNK`ê Hîro Xanê serkeftina HDP`ê  pîroz kir.

Piştî derbasbûna HDP`ê bo care duyemîn bo nav parlemana Tirkiyê ku serbarî ew hemû şer û êriş û teqîn û kiryarên tund û tîj û ne rewa ku li dijî endam û alîgirên wê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve pêkhatin, lê dîsan HDP`ê dikarî benda 10 derbas bike û bi 61 parlementeran bikevine nava parlemanê.

Di wê bare de jî, Endama politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û hevjîna serok Mam Celal Hîro Îbrahîm Ehmed bi riya peyameke taybet re pîrozbahî li hevserokên HDP`ê kir û ev jî naveroka wê peyamê ye;

"Berêzan hevserok û hevalên Partiya Demokrat a Gelan(HDP)ê

Silavekî gerim…

Bi boneya ku HDP`ê bo cara duyemîn serkeftinê tomar dike û benda -10 jî şikand û bû bi fraksyona sêyemîn li parlemaana Tirkiyê de, Ez pîrozbahiyên xwe yên gerim arasteya we yê rêzdar dikim û bi riya we jî, ez wê pîrozbahiyê li tevahiya neteweyê kurd li Bakurê Kurdistanê dikim.

Bêgoman ev serkeftina mezin yê neteweya me li Bakurê Kurdistanê li hemû dunyayê lê tê nêrîn ku çawa di rewşa şer û ne aramî de, ew encamp bi dest hatiye, Îro dem dema serkeftina aştî û azadî û demokrasiyê ye. Ez bi umêd im ku encamên hilbijartinan, proseya aştiyê ber bi pêş ve bibe û bibe wîstgeheke nûh jib o gîhîştin bi maf û daxwaziyên neteweya kurd li Bakurê Kurdistanê, Serkeftî û serfiraz bin.."

Hîro Îbrahîm Ehmed

Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

Hêro Xan serdana Libnan ê kir


Endam a Politburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan ê Hêro Îbrahîm Ehmed li gel D.Latîf Reşîd  û Şenaz Îbrahîn Ehmed serdana Sekreter ê Partiya Sosyalîst Welîd Jumblatt li Libnan ê kir.
Hat ragihandin ku di hevdîtin ê de Welîd Jumblatt li ser rihmetî Mam Celal axifî ,her weha jî li ser rewşa Îraq û Libnan ê jî gotûbêj kirin.
Hêjay gotinêye ku di dawiya hevdîtin ê de Hêro Îbrahîm Ehmed ji Jumblatt daxwaz kir ku serdana Herêma Kurdistan ê bike, û Jumblatt li ser daxwaz ê serdan ê erê kir.
Refîq Beşderî Mam Celal û Hêro Xan ji mirinê rizgar kiribû


Welatiyê kurd Refîq Beşderî derbarê pîlanên jinavbirina Mam Celal û Hêro xanê aşkire kir: Sedam Husên ji min re got Mam Celal bikoje.
Di dîdareke kenala BMC`yê de, tekoşerekî dêrîn ê kurd xelkê devera Beşder e  di dema serdana bo ser mezara rewanşadê gelê kurd serok Mam Celal de, aşkire kir ku Sedam Hisên ji min xwestiye ku ez serok Mam Celal bikujim.
Di dirêjahiya axiftina xwe de, mam Refîq Beşderî dibêje ku min 15 caran Mam Celal û 3 caran Hêro xan ji mirinê rizgar kirin.
Di dawiyê de, dibêje ku wî nameyek ji bo Sedam Hisên şandiye û têde gotiye ku çareseriya herî baş ewe ku tu Êraqê bikî bi 3 dewlet.
PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket