Banka Cîhanî bi 5 milyon dolaran piştgiriya perwerdeyê li Êraqê dike
Êraq 10:04 AM - 2022-02-26
Banka Cîhanî ragihand ku ew ê bi 5 milyon dolarên Amerîkî piştgiriya sektora xwendina bilind li Êraqê bike.
Di daxuyaniya Banka Cîhanî de hat gotin, "Banka Cîhanî razî bû ku bi 5 milyon dolarên Amerîkî piştgirî bide sektora xwendina bilind li Êraqê, ku ev yekem veberhênana wê ye di vê sektora girîng de." armanca ji wê yekê ewe ku wê bêtir bi pêşkeftina welat ve girêbide, ligel hewildanên ji bo çareserkirina guheztina avhewa û baştirkirina jêhatîbûna kar a derçûyîna .
Rêvebirê Herêmî yê Dezgeha Meşreqê li Banka Cîhanî Komar Cah got, li gorî daxuyaniyê, "Ligel ku zêdetir ciwan derbasî bazara kar dibin, Êraq derfetek heye ku xwendekaran ji bo karên zêdetir û baştir amade bike û di destkeftina pêşkeftinên li welêt de beşdar bin, derbarê pirojeya nûh de wê alîkariya Êraqê bike ku dezgehên zaniştî û fêrbûnê bihevdu de girêde, li ser asta xwendiniya bilind jî . Herweha ji bo bidestxistina wêarmancê pêdivî bi komeke çeksazî û nûjeniyan heye ji bo pêşxistin û bilindkirina asta fêrbûnê û çiqasiya guncawbûnê ji pêwîstiyên bazarê kar re.
Wî anî ser ziman ku "projeya nû dê kar bike ji bo pêşxistina karîbûna sazîbûnê ya di warên sereke yên pispor de, û hevahengiya xwendina bilind bi bazara kar re bi xurtkirina hevkariyên bi sektora taybet û saziyên navneteweyî re bi taybetî, û da zanîn ku "ev proje dê piştgirî bide Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ji bo pêşxistina Navendên Xweseriyê di du beşên pêşîn de, ango çandinî û enerjiya nûjenbar, û teşwîqkirina nêzîkatiyên nûjen ji bo nûvekirina jêhatîbûnên kar ên derçûyan.
Wî diyar kir ku "di dema cîbicîkirina vê pirojeyê de, Banka Cîhanî dê alîkariya teknîkî jî pêşkêş bike ji bo piştgirîkirina bernameya çaksaziyê ya hikûmetê di çend waran de wek misogerkirina kalîteyê, darayî û baştirkirina daneyan."
PUKmedia/Ajansan
hewal ziyatr
-
Asayîşê dest danî ser kargeheke çêkirina madeyên hişber
06:08 PM - 2024-05-02 -
Rêveberiya Dijî Terorê girtina terorîstekî DAIŞê radigihîne
11:14 AM - 2024-05-02 -
Genimê cotkarên Herêma Kurdistanê 2 trîlyon dînar e
05:22 PM - 2024-05-01 -
Qubad Talebanî: Em ji bo yekkirina mafên yasayî yên kedkaran kar dikin
12:23 PM - 2024-05-01
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 05:51 PM - 2024-05-02 Qubad Talebanî: Em paşxistina hilbijartinan red dikin û rûbirûy her hewldaneke paşxistinê dibin
Ziyad Cebar: Yekîtî beşdarî ti civînekê bo paşxistina hilbijartinan nabe
11:53 AM - 2024-05-02
YNKê: Emê li dijî her hewleke nerewa ya paşxistina hilbijartinan in
11:32 PM - 2024-05-01
Mekteba Siyasî YNKê di civînê daye
06:25 PM - 2024-05-01
Amadekariyên me ji bo hilbijartina berdewam in
04:35 PM - 2024-05-01
zortrin xwendraw
-
Ziyad Cebar: Yekîtî beşdarî ti civînekê bo paşxistina hilbijartinan nabe
Kurdistan 11:53 AM - 2024-05-02 -
Rêveberiya Dijî Terorê girtina terorîstekî DAIŞê radigihîne
Kurdistan 11:14 AM - 2024-05-02 -
Qubad Talebanî: Em paşxistina hilbijartinan red dikin û rûbirûy her hewldaneke paşxistinê dibin
Kurdistan 05:51 PM - 2024-05-02 -
Asayîşê dest danî ser kargeheke çêkirina madeyên hişber
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-02