QSD: DAIŞ 700 zarokan weke mertalên zindî bi kar tîne

Kurdistan 01:02 PM - 2022-01-24

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku terorîstên DAIŞê li bajarê Hesekê 700 zarokan weke mertalên zindî bi kar tînin.

Hêzan di daxuyaniyekê de ku PUKmedia`yê jê wêneyek bi dest xistiye de ragihand: “Di sê rojên derbasbûyî de ji êrîşa rêxistina terorîst a DAIŞê bo ser zîndana Guwêran/Sînaa bi armanca kontrolkirina wê û azadkirina girtiyên terorîst têde, astenga sereke li ber pêşketina HSDê, bikaranîna terorîstan ji zarokên ji "Ciwanên Xilafetê" yên girêdayî DAIŞê bû, ku hejmara wan 700 zarokên biçûk wek mertalên mirovî ne, ku di xewgehên taybet ên cuda de li hundirê girtîgehê de bûn. Armanc ew e ku wan ji îdeolojiya tundrew rizgar bikin."
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) roja Yekşemê ragihand ku ew nêzîkî jinavbirina dawî ya terorîstên ku berî sê rojan êrişî zindana Hesekê kiribûn, ne.
Di belavoka ku PUKmedia`yê wêneyek jê wergirtiye de got: Di medyayê de nûçeyên nerast derbarê kontrolkirina temamî girtîgeha Pîşesazî ya bajarê Hesekê ji aliyê hêzên me ve hatin belavkirin.
Û wê tekez kir, "Ew di qonaxeke pêşketî de ye ji bidawî anîn li çeteyên ku êrîşî zindanê kirin û di dîwarên bakur û hin jûrgehan de asê man. Operasyonên paqijkirinê bi hûrgilî berdewam dikin, û bi dehan çete hatin kuştin û girtin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket