Daxuyaniyek ji aliyê Civata Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî
Kurdistan 10:26 AM - 2022-01-24
Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê 23/1/2022 li bajarê Silêmaniyê bi amadebûna birêz Bafil Celal Talebanî civîneke xwe li dar xist û tê de pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Êraqê gotûbêj kirin. û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê di pêkanîna hikûmeta nû ya Êraqê de.
Di civînê de nirxandineke cidî li ser vê mijarê hat kirin û hat dîtin ku Partiya Demokrata Kurdistanê bi awayekî yekalî û li derveyî xwestek û vîna yekrêziya gelê Kurd û hêzên siyasî yên wî welatî, bi girêbesta lihevkirinekê ligel hinek hêzên siyasî û di çarçoveya rêkeftinê de kar kiriye. di çarçoveya vê rêkeftinê de partiyê berbijêrê xwe ji bo posta serokkomariyê pêşkêş kir.
Di vê derbarê de birêz Bafil Celal Talebanî ronahî xiste ser pêşhatên heyî û tekez li ser vê yekê kir ku jiber ku partiya din berbijarê xwe dûrî prensîba lihevkirinê pêşkêş kiriye, mafê Yekîtiya Niştimanî jî heye ku Serokatiya Komarê weke mafekî binirxîne. û li ser wê ywkê bazarî nake ji ber ku derket holê ku ew îdiayên PDKê tenê bi kandîdê YNKê re heye ji bo wê postê û eger ew namzed ji aliyê YNKê ve hat guhertin, Partiya Demokrat dê berbijêrê xwe vekişîne, ne rast e, û derket holê ku ev hemû ji bo xapandinê bûn û armanca sereke jî wergirtina postê Serokatiya Komarê ye.
Civata Serkirdayetiyê her wiha bi hûrî li ser bijardeyên Yekîtiya Niştimaniyan di derbarê xalên bingehîn ên bernameya hikûmeta dahatî ya Êraqê û helwesta serokatiya komarê de gotûbêj kirin û tekez li ser wê yekê kir ku di vê qonaxê de pêwîste berevanîkirin û parastina mafê gelê Êraqê bê kirin. di vê derbarê de encûmenê biryar da ku piştgîriya hemû kandîdê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bo postê Serokatiya Komarê ku Dr. Berhem Ehmed Salih e, bike.
Di dawiyê de Encûmena Serkirdayetiyê tekezî li ser yekrêziya Yekîtiya Niştimanî kir ji bo pêkanîna erkên pêşerojê.
PUKmedia taybet
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
08:34 PM - 2024-04-19
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
zortrin xwendraw
-
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19 -
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
Kurdistan 10:10 PM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19