Peyamên pîrozbahiya rewşenbîr û nivîskarên kurd ji bo PUKmedia`yê
Kurdistan 05:43 PM - 2022-01-23
Bi boneya 19 mîn salvegera damezrandina malpera PUKmedia`yê, hejmarek peyamên pîrozbahiya rewşenbîr û nivîskarên kurd ji bo PUKmedia`yê hatine şandin, em li vir wek xwe diweşîn in.
Peyama nivîskar û dîrokzan û lêkolînerê kurd mamoste Biradost Mîtanî
Di serî de ez salevegera damezrandina PUKmedia ya (19)em pîroz dikim û li gor xebata wê ya serkeftî, ya çendên salan e ku ez wê dişopînim,ez dibêjim bi berdewamiya van serkeftinan be û her tim li pêş be.
Ji demên dûr ve ez şopedarê xebat û ragihandina Partiya Yekîtiya Niştimanî Kurdistanî (YNK ) me û her dem xêrxwaz im bo xebat û çalakiyên wê bi giştî û ragihandina wê bi taybet .
Bi serkeftinên wê kêfxweş dibim û bi binketinên wê - Yên ez hêvîdar im ku nemînin- dilşikestî dibin.
Ez ta niha jî bawer im ku ragihandina PUKmedia riya niştimanpwerî,neteweparêzî û zanistiyê digire ,li ser asta Başûr bi taybet û Kurdistanê bi giştî ,nexasim bo Rojavayê Kurdistanê.
Ez weke rewşenbîrekî û dîroknasekî kurd ji Rojavayê Kurdistanê, gelekî baldarê acansa PUKmedia me û ez bi xebata wê bawer im û her tim amadebaşiya min heye ku ez pê re alîkar bim.
Malpera PUKmedia xemxwarê serkeftina me ya li Rojavayê Kurdistanê ye û di vî warî de xwedî rolek niştimanperwer û neteweparêz e û ew xwedî hewildanên binirx e ku doza me bi xwendekar û hevalên xwe bide naskirin û dîdaran bi siyasetmedar ,civaknas û rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê re çêdike û wilo dilxxaz e bo weşana berhem,nivîs û nerînên wan û wê yekê pêk tîne jî,bi taybet bi zaravê me di zimanê kurdî de û di vî warî de êkser M.Hozan Efrînî ,yê ku çalak e - Di cihê spasiya me de - di vî warê ragihandinê de yê ku tê bala me ,bi bijartina wî ji babetên pêwîst û giring re û bi şêweyê wî yê pisporî .
Li gor ez PUKmedia nas dikim . Ew saziyek pispor bêalî ye . Xeta doza kurdî rênas û fenera wê ye ,lewra ev (19) sal in ew xet girtiye ,dûr ji partîperestiyê û rijde ye ku wê xetê ber nede.
Ez dîroknas Biradostê Mîtanî ,bi bawerî hêviya berdewamiya vê serkeftinê ji PUKmedia re dikim û bi rengekî mezintir ji (19) salên borî û ez bûneya wê ya (19)em li hemû raghênerên wê ,endamên wê ,li hemû kurdperweran û li xwe pîroz dikim û her tim ew bimîne paçeya niştimanperwerî Kurdistanî bi giştî û ya Rojavayê Kurdistanê bi taybet.
Biradostê Mîtanî.
22-1-2022z.2-11-2633kurdî- Rojavayê Kurdistanê
Peyama rojnamevan Daud Çîçek e
Rêzdar Karwan Enwer sernivîskarê Malpera PUKmedia
Rêzdar Hozan Efrînî serpereştiyarê PUKmedia beşê Kurmancî
Hemû hevalên hêja yên xebatkarên malperê yên rêzdar
Bi helkefta 19`emîn salvegera damezrandina malpera "PUKmedia" pîrozbahiyek germ li hermû hevalan li mekteba ragihandinê ya YNK`ê û bi taybet hevalên xebatkarên malpera hêja û qedir giran dikim ku bi dirêjahiya 19 salan li temenê xwe karekî bi qîmet di xizmeta gelê Kurd û nîştiman de ji bo her çar parçeyên Kurdistanê de kiriye û bûye dengê rasteqîne ya xebata gelê Kurd li bakûr û Rojavayê Kurdistanê.
PUKmedia, hertim sengîniya xwe di guhastina raport û nûçeyan de parastiye û bi germî û rastewxo gîhandiye raya giştî ya Kurdistanî û ya cîhanî ku bi 7 zimanan ew nûçe û raport belav kirine:
Bi vê helkeftê ez serkeftinê û pêşkeftinê ji malpera PUKmedia re dixwazim û destxweşiyê li hemû karmend û xebatkarên hêja dikim ku demekê em jî yek ji xebatkarê wê malperê bûm û şanaziyê pê dikim ku ez yek ji derçûyê wê dibîstanê me.
Birayê we:
Dawûd Çîçek / Rojnamevan
Peyamê rojnamevan Welîd Hemîd Xelîl
Pîrozbahî...
Bi boneya 18 ehemîn damezrandina malpera PUK Media pîrozbahiyeke germ li berpirs û sernivîser û hewalsaz û kadirên malperê bi giştî û bi taybet li beşê Kurmancî li kak Hozan Efrînî û mamosta Nazliye dikim , û hêvîdarim ku PUK Media zêdetir bibe minberek rasteqîne bo gihandina dengê xelkê Kurdistanê bi aliyên peywendîdar û raya giştî.
Ez serkeftinê bo xwedan pênûsên wêrek dixwazim.
Welîd Hemîd Xelîl
Sernivîserê beş Kurmancî yê kenala Gelî Kurdistan.
22.01.2022.Şeme
Peyama serokê Efrîn mala me ye Dr. Welîd Şêxo
Bi boneya salvegera destpêkirina PUKmedia
Ez hemû xebatkar, peyamnêr û şopîneran pîroz dikim.
Rola we ya girîng di belavkirina ramana netewî û demokratîk a Kurdî de, bi nirx û rêzdar e. Bi taybetî zema we bi rewş û paşeroja gelê me yê Rojavayê Kurdistanê re heye. Û rola we di ragihandina karesatên gelê me yên li Çiyayê Kurdmênc Efrînê de.
Bi hêviyên serkeftin û pêşketinên berdewam.
Dr. Welîd Şêxo
Peyama çalakvanê siyasî û sivîlî Dr. Mihemed Ehmed Berazî
Pîrozbahî ji bo malpera PUKmedia`yê.
Ev bû19 salin ku malpera PUKmedia`yê ronahî daye gelê xwe bi nûçe û agahiyên nû û zelal.
Em ji bo tevahiya malbata PUKmedia`yê serkeftin û pêşketinê dixwazin.
Hersal PUKmedia dixêr û xweşî de be.
Silav û rêz.
Dr. Mihemed Ehmed
Peyama siyasetvan û nivîskar Salih Dadalî
Silav û rêz bo Rêvebir û hemû karmendên malpera PUKmediya
Bi boneya Nozdemîn salvegera damezrandina malpera PUK mediya , we pîroz dikim , û hêviyê serkeftinê ji were dixwazim .
PUKmediya malpera gelê Kurd e , di xizmetî pirsa Kurdî de ye li her çar parçeyên Kurdistanê , û taybet Rojavayî Kurdistanê di ev çend salên ku rewşa Sûriyê aloz buyî , û pirsa Kurdî li Sûriyê hat holê .
Dûbare rêz û silav
Serkeftin be ji were
Salih Dadalî
Peyama koçberekî Efrînî ji Şehbayê Qehreman Hesen
Ez wek koçberek ji Efrînê me, ez niha jî, ji Şehbayê wek penaber û koçber, derbarê 19`mîn salvegera damezrandina PUKmedia`yê, silav û rêz û hurmetên xwe ji we hemûyan re dişîn im, PUKmedia xema xelkê me yê Rojavayê Kurdistanê bi giştî û yê Efrînê bi taybetî dixwer û hîn jî dixwe ku bi riya ramalkirina nûçe û raportan bi awayekî bê alî di nava xizmetkirinê de ye.
eJi ber wê yekê, ez ji dil pîrozbahiyên xwe ên gerim li sernûser û rojnamevan û karmendên PUKmedia`yê dikim û serkeftin û serfiraziyê ji malpera PUKmedia`yê re dixwaz im ku bi awayekî pir çalak û ji berê bêhtir xizmetê pêşkêş bike û herdem serkeftî bin û bimîn di xêr û xweşiyê de.
Qehreman Mistefa Hesen-Şehba
Peyama endama rêvebiriya Encûmena Penaberên Kurd ê Rojavayê Kurdistanê Zêwa Xelef
Di peyameke xwe ya pîrozbahiyê de, endama komîteya kargêrî ya Encûmena Penaberên kurd ê Rojavayê Kurdistanê Zêwa Mihemed Xelef germtirîn pîrozbahiyên xwe û komîteya xwe ya bi hawarçûna mirovî li sernûser û staf û kadro û hemû rojnamevanên PUKmedia`yê kir.
Ev jî deqa peyamê ye;
Bi boneya 19`mîn salvegera damezrandina malpera PUKmedia`yê, ez germtirîn pîrozbahiyan li sernûser û staf û kadro û hemû rojnamevanên PUKmedia`yê dikim û serkeftinê ji kar û xebatên wan ên pîroz re dixwaz im.
PUKmedia di 19 mîn salevegera damezrandinê de, bihatirîn û baştirîn xizmetên rojnamegerî û wêjeyî ji bo doza kurdî kirî û hîn jî dike. Em bi hêvîne ku di kar û xebatên xwe de, serkeftî bin û baweriya me jî ewe ku di xebatên xwe ên berê ku çawa bi serkeftî derbas kirine, bi awayekî li wê baştir û pêşketîtir derbas bikin.
Ji ber ku karên rojnamegerî, wek nîneka civakê ye ku her kes têde rastiya xwe a zelal dibîne, PUKmedia`yê jî, di 19 salên xwe de, her dem tiştên pak û zelal û bi sûd pêşkêşî gelê kurd li her çar aliyên Kurdistanê kiriye û bi taybetî, ji bo Rojavayê Kurdstanê.
Careke din ez germtirîn pîrozbahiyan arasteya stafa PUKmedia`yê dikim û serkeftin û serfiraziyê jê re dixwaz im.
Zêwa Xelef
Endama Desteya Kargêrî ya Encûmena Penaberên Kurd
PUKmedia-Taybet
hewal ziyatr
-
Civata Serkirdatiya YNKê dê sibê bicive
11:09 PM - 2024-04-17 -
Talebanî: Ti sedemek ji bo paşxistina hilbijartinan nine
10:56 PM - 2024-04-17 -
Serok Bafil: Em ê êşên Êzdiyan bi dawî bikin
04:54 PM - 2024-04-17 -
Ammar Hekîm û Qasim el-Eracî serdana mezargeha Serok Mam Celal kirin
04:45 PM - 2024-04-17
zêdetir tamaşe bike
Gelek serkirdeyên me hene ,lê dewletmedar kêm in
05:40 PM - 2024-04-17
Serok Bafil: Hilbijartin ezmûna me mezin dike
04:37 PM - 2024-04-17
Talebanî: Eger hilbijartin neyên kirin dê herêm zirarê bibîne
04:30 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Di bin sernavê "Pevçûn li Rojhilata Navîn"... Heştemîn Dîdara Silêmaniyê dest bi kar dike
Kurdistan 09:43 AM - 2024-04-17 -
Gelek serkirdeyên me hene ,lê dewletmedar kêm in
Kurdistan 05:40 PM - 2024-04-17 -
Komisyonê hejmarek ji namzedên Parlamentoya Kurdistanê dûr dixe
Kurdistan 01:10 PM - 2024-04-17 -
Serok Bafil: Hilbijartin ezmûna me mezin dike
Kurdistan 04:37 PM - 2024-04-17 -
Talebanî: Eger hilbijartin neyên kirin dê herêm zirarê bibîne
Kurdistan 04:30 PM - 2024-04-17 -
Qubad Talebanî: Êzidiyan tevî xiyaneta ku hat serê wan nasnameya xwe parastine
Kurdistan 10:56 AM - 2024-04-17 -
Serok Bafil: Em ê êşên Êzdiyan bi dawî bikin
Kurdistan 04:54 PM - 2024-04-17 -
Di operasyoneke hevbeş de 5 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
Kurdistan 10:35 AM - 2024-04-17