Operasyoneke berfireh a ewlehiyê li El-Ezîm dest pê kir

Kurdistan 01:23 PM - 2022-01-23

Îro Yekşemê, Fermandeyê Operasyonên Diyalayê yên Heşda Şeibî destpêkirina operasiyoneke ewlekarî ya berfereh ji çend aliyan ve ragihand.

Fermandarê operasyonên Diyalayê ji bo Heşda Şeibî Talib el-Mûsewî di daxuyaniyekê de got: "lîwayên Heşda Şeibî û pêkhateyên piştevaniya wan dikin, îro danê sibê dest bi operasyoneke ewlekarî ya berfereh ji bo şopandina paşmahiyên DAIŞê li Deşta Mezin kirin.
El-Mûsewî her wiha got, "Hêzên ku di operasyonê de cih digirin, lîwayên 23 û 4, lîwayên bangewaziya Diyalayê û Fermandariya Hêzên Taybet a Operasyonên Diyalayê ji aliyê cureyên, fermandarî, îstixbaratî, topxane û kontrolkirina teqemeniyan ve hatine erkdarkirin." "Operasyon ji bo şopandina paşmahiyên DAIŞê hat piştî êrîşa xayîn a ku bandor li qehremanên artêşa Êraqî de kir."
Amaje bi wê yekê jî kir ku li gor kêmbûna pileyên germahiyê û zêdebûna serma oparesyon wê dewam bike .

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket