TEV-DEM'ê bang li civata navneteweyî kir
Kurdistan 01:16 PM - 2022-01-19
TEV-DEM'ê bang li raya giştî ya cîhanê, di serî de NY'yê kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker helwesteke zelal nîşan bidin, dagirkeran ji tevahî herêmên dagirkirî derxînin û vegera ewle ya tevahî koçberan li warê wan dabîn bikin.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) derbarê salvegera 4'emîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser kantona Efrînê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
"Beriya çar salan, di nava bêdengiya civaka navneteweyî û lihevkirineke veşartî di navbera dewletên têkildarî Sûriyê de, artêşa Tirk a dagirker û faşîst bi beşdarbûna gelek komên çete êrişên bejahî û hewayî yên hovene li dijî herêma Efrînê pêk anîn. Di êrişên xwe yên destpêkê de 72 balafirên şer bi kar anîn. Ev êriş bi rêbazên siyasî û leşkerî yên hovane bi armanca dagirkirina herêmê, çewisandina nasnameya wê û înkarkirina nirxên wê yên dîrokî hatin kirin, da ku xeylaên tûranîzmê ya firehbûnê pêk bîne.
Sûcên ku di nav 4 salan û heta roja me ya îro de li dijî Efrîn û şêniyên wê hatin kirin, tevahî têgehên dagirkirinê derbas kirin. Her wiha tevahî urf û qanûnên navneteweyî bin pê kirin. Her wiha sûcên hovane, binpêkirinên mafên mirovan û nirxên exlaqî zêdetir bûn. Rojane revandin, destdirêjî, sûcên qetilkirinê, ferzkirina polîtîkayên çogdanînê û ajantî li ser vîna gelê me yê Efrînê didomin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji ber talankirin û diziya milkên şêniyan û nirxên wan ên dîrokî, berhemên wê yên xwazayî û exlaqî û firotna wan li bazarên cîhanê, herêma Efrînê veguherandin mîna amûreke bazirganiyê. Ya herî xeter ew e ku erdîngariya vê herêmê li komên terorîst hatiye belavkirin. Her wiha şerê li ser tesfiyekirina hesaban, ferzkirina serwerî û fidiyeyan li ser kurdan, kiryarên serdegirtin û diziya pereyan têne kirin. Di heman demê de siyaseta guhertina demografîk tê meşandin ku bi rêya avakirina avahiyên mêtîngeriyê û bicihkirina malbatên terorîstan tê kirin. Em vê projeya şovenîst, derqanûnî û xeternak ku dewleta dagirker a Tirk dimeşîne, weke destpêka proje û planên wan ên bi navê Mîsaqa Millî ya şovenîst dinirxînin.
Niştecihên Efrînê yên resen li pêşberî karesteka qikirina komî, kiryarên sûcdar ji îşkencekirina fîzîkî û derûnî ne. Ev jî encamên girtinên bêserûber e û siyasetên qirkirina etnîkî yê plankirî ne. Armanc ji van siyasetan şênî bitirsin da ku neçar bimînin ku çanda xwe înkar bikin. Koçberên li kampên Şehbayê jî ji van siyasetên qirêj nefilitîn ku li pêşberî karaseteke mirovî ya rasteqîn in. Li aliyekî azarên êrişên rojane yên dewleta Tirk û li aliyekî din azarên siyasetên dorpêçkirin û birçîkirinê yên ji aliyê desthilata Şamê ve dikişînin, ku di nav bêdeniya navneteweyî de tê kirin.
Em weke TEV-DEM'ê bang li sazî û rêxistinên civaka sivîl û tevahî rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirov û jinan dikin ku li hemberî van sûcên derexlaqî erkên xwe bi cih bînin. Her wiha em bang li raya giştî ya cîhanê, di serî de Neteweyên Yekebûyî dikin ku helwesteke zelal a şermezariyê nîşan bidin û ji bo derxistina dagirkeriya Tirk ji tevahî herêmên dagirkirî û vegera ewle ya koçberan li warê wan, bixebitin."
PUKmedia/ANHA
hewal ziyatr
-
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
10:48 PM - 2024-04-22
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
04:52 PM - 2024-04-23
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
12:14 PM - 2024-04-23
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
10:09 AM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
Kurdistan 12:14 PM - 2024-04-23 -
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 05:11 PM - 2024-04-23 -
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
Kurdistan 10:09 AM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 10:45 AM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
Kurdistan 12:49 PM - 2024-04-23 -
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
Kurdistan 04:52 PM - 2024-04-23 -
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
Kurdistan 07:47 PM - 2024-04-23