Herêma Kurdistanê pileya germê 9 di bin sifirê de ye

Kurdistan 01:39 PM - 2022-01-17

Rêveberiya giştî ya hewanasî û çavdêriya erdhejê ya Herêma Kurdistanê pêşbînî kir ku li navçeyên Herêma Kurdistanê pêla serma û berf û baraneke sivik dê berdewam be.

Di daxuyaniyekê de ku gihîştiye PUKmedia`yê, Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ragihand: Pêla berf û baran û serma dê berdewam be û pileya germahiyê dê kêm bibe.
Daxuyaniyê her wiha got: Pêşbîniyên wê diyar dikin ku sibe roja sêşemê hewa dê sartir be û pêlên sermayê zêdetir dibe û amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku devera herî sar li Herêma Kurdistanê devera Hec Omran e ku -9 pile ye

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket