Bafil Talebanî pîrozbahî li Nûrî Malkî kir

Kurdistan 09:47 AM - 2022-01-16

Bafil Celal Talebanî bi boneya dubare bijartina Nûrî Malikî weke Sekreterê Giştî yê Partiya Dawa ya Îslamî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Nûrî Malikî kir.

Li jêr naveroka pîrozbahiyê ye:
Birayê min ê hêja, rêzdar birêz Nûrî Malikî, Sekreterê Giştî yê Partiya Dawa ya Îslamî
Bi boneya lidarxistina kongireya hejdehemîn ya partiya we ya şerxwaz û dubare helbijartina we wek Sekreterê Giştî yê Partiya Dawa ya Îslamî, pîrozbahiyê li we dikim û hêviya berdewamiya pêşketin û geşepêdana we dikim.
Em di wê baweriyê de ne ku ev pêngav dê berpirsyariyên mezin bide ser milê we û partiya we ya têkoşer ku xwedî dîrokeke geş a têkoşînê ya li dijî dîktatorî û zordariya rejîma binaxkirî ye.her weha erka bihêzkirina pêwendiyên di gel hemû aliyên têkoşer li meydana siyasî Êraqî li gor berjewendiyên gel û dabînkirina aramî û hezkirinê jî li se mil zêde dike.

Li vê boneyê de jî em tekezî li ser dostayetî û peywendiyên saxlem di navbera Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Partiya Dawa dikin ji bo bidestveanîna armancên bilind ên gelê Êraqê û parastin û berdewamkirina dostanî û xebata hevbeş.
Em dîsa we pîroz dikin
Bafil Celal Talebanî

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket