Hewlêr.. Di salekê de 79 rewş kuştinê hatine tomarkirin

Kurdistan 10:25 AM - 2022-01-02

Rêveberiya Polîsê tomarkirina zêdetir ji 12 hezar tawanan ragihand, ku nîşan dide ku 79 rewş kuştinê jî tomar kirine.

Berdevkê Polîsê Hewlêrê Hogir Ezîz di kongirekî rojnamevanî de got: ku di sala 2011ê de 12 hezar û 645 tawanên curbicur hatine tomarkirin, ku ji wan 11 hezar û 504 tawan hatine aşkirekirin û tawankar hatin girtin bo dezgeha dadweriyê hatin veguhestin û tekez kir ku, %91 ji wan tawanan li dadgehan hatin çareserkirin.
Derbarê sucên kuştinê li sînorên parêzgeha Hewlêrê de jî Ezîz amaje bi wê yekê kir ku di sala 2021ê de 79 kuştin, 78 kes hatine girtin û rêkarên yasayî li dijî wan hatine standin.
Hêjayî gotinê ye ku parlementer û çavdêran diyar kirin ku zêdebûna rêjeya tawanan li Hewlêrê di encama diyardeya hilgirtina çekên bê ruxset de tê û ji bo vê yekê jî daxwaza serrastkirina yasaya hilgirtin û xwedîkirina çekan û tundkirina rêkarên dayîna çekan kirin.  

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket