Omicron balafixane neçar kirin ku hezar geştê betal bikin

Hemareng 09:54 AM - 2021-12-26

Kampaniyên firînê yên Amerîkî, di roja duyemîn de li ser hev nêzîkê 1,000 geşt betal kirin, ji ber ku bi sedema omicronê endamên tîma firokeyan kêm bûn, rêwîtiya bi hezaran kes betal bûn ku ji bo sersalê xwe amadekiribûn.

Li gorî malpera şopandina balafiran FlightAware.com, 957 geşt navxweyî û navneteweyî di Roja Noelê de hatine betal kirin, ji 690 di şeva Noelê de. Nêzîkî 2,000 grştên din jî dereng ketin.
Daneyên malperê nîşan didin ku Delta Air Lines 292 geştên xwe betal kirine, di heman demê de berdevkê American Airlines got ku ew neçar maye 90 geştên navxweyî betal bike.
Li cîhanê bi giştî zêdetirî 2 hezar û 500 hatine hatin betalkirin û 4 hezar û 200 geşt din jî dereng ketin.

Cejna Sersalê dema rêwîtiya esmanî ye, lê belavbûna bilez a Omicron bûye sedema zêdebûnek tund a pêketiyan, neçar dike ku balafirxane firînên xwe betal bikin ji ber ku pîlot û tîm bêne kerentînkirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket