Gefên DAÎŞê li ser Pêşmerge, û zêdebûna tevgerên wê

Kurdistan 12:24 PM - 2021-12-05

Ji ber valahiyên Ewlekariyê ku di navbera xalên Pêşmerge û Arêşa Êraqê de, liv û tevgera çeteyên Rêxistina DAÎŞê zêde bûne, çeteyan gelkî sud ji vê yekê wergirtine û hewl dide ku ji np ve xwe birêxistin bike  û bê navbera êrîşên sivîlên li deverê dike û her weha pêşmergeyan jî armanc digr e.

Komên terorîst ên DAIŞê êrişî 2 gundên girêdayî navçeya Mexmûrê ya parêzgeha Hewlêrê kirin û di encamê de hejmarek welatiyên bêguneh hatin kuştin û birîndarkirin.
Cîgirê Berpirsê Navenda Rêxistinên Hewlêrê ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Reşad Kelalî di daxuyaniyeke taybet de ji PUKmedia`yê re ragihand: Şeva derbasbûyî komên terorîst ên DAIŞ`ê êrişî gundê Xedircîce ya ser bi navçeya Kendînewa kirin,di encamê de 3 bira ji êla Bendiyan û 10 pêşmerge şehîd ketin û hejmarek gundî birîndar bûn.
Wî jêderî eşkere kir: Grûpên terorîst ên DAIŞê herwiha êrişî gundê Lehîbanê ya ser bi navçeya Serkaean jî kirin û diyar kir ku di vê êrîşê de ti ziyanên canî çênebûne.

Daxuyaniya Wezareta Pêşmerge li ser êrîşên terorîstan
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê êrişa terorîstî ya li ser gundê Xedircîce yê li sînorên navçeya Mexmûrê ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Grûpên terorîst ên DAIŞ'ê êrîşî gundê Xedrcîce yê li nêzî Çiyayê Qerecoxê kirin." Di encama vê êrîşa hovane de, ku bêserûber welatiyên wî gundî kirin armanc  3 welatiyên sivîl hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.
Piştî êrişa terorîstan yekser hêzên Pêşmerge bi hawara gundiyan ve çûne û di demeke kurt de karîn rewş kontrol bikin û li pey terorîstan ketin.lê Pêşmerge rastî kemîneke çeteyan hatin têde 7 pêşmerge şehîd ketin .

Di daxuyaniyê de hat gotin: Wezareta Pêşmerge careke din radigihîne ku divê hevkarî û hemahengiya di navbera wezaretên Pêşmerge û berevaniyê û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de ji rewşa rawestayî derkeve û bi lez û bez dest bi operasyonên hevbeş bikin. êdî rê nadin terorîstan ku bi hêsanî tevger bikin.


Bafil Celal Talebanî: Divê îdeolojiya terorê bi awayekî radîkal ji holê bê rakirin
Bafil Celal Talebanî li ser êrîşa terorîstî ya ku li gundê Xedercîce ya ser bi navçeya Mexmûrê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve hatiye kirin, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hatiye: Em bi tundiya êrişa terorîstî ya grûpên terorîst ên DAIŞê li ser gundekî devera Qereçox şermezar dikin ku di encamê de hejmarek ji endamên hêzên Pêşmerge û welatiyên bêgusivîl şehîd bûne.Sersaxiyên me ji malbatên şehîdan re û cansaxiya birîndaran dixwazin.
Amaje bi wê yekê jî kir ku DAÎŞ bi van êrîşan hewla birêxistinê xwe dike, ji ber wê divê em hemû hêzên pêşmerge û yên federal û hevalbendên me yên Hevpeymaniya Navdewletî haya metirsiya wê yekê bin û hişyar bin , divê ramanên terorê  ji nav bê birin .
Bafil Celal Talebanî bang li hêzên Pêşmerge kir ku di parastina ax û xakê de hişyar bin û canê xwe biparêzin û got: Herikîna yek dilopek xwîna Pêşmerge bi qasî giraniya çiyayên mezin me diêşîne.

Qubad Talebanî: Metirsiyên komên terorîst hîn jî hene
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî derbarê êrişa terorîstî ya li ser gundê Xedercîce ya ser bi navçeya Mexmûrê ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hatiye: Mixabin terorîstan derfeteke din bi dest xistin bû sedema şehîdbûna 7 hêzên pêşmerge û 3 welatiyên Kurd, destnîşan kir ku di van deman de liv û tevgera çeteyan zêde bûye û ev yek îspat dike ku metirsiya terorê hîn maye , pêdivî bi tojî kirina valahiyên ewlekariyê û şopandineke zêde heye bi taybet denerên di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşê de .

Got jî: Pêwîste kar bo rûbirûbûn û jinavbirina ramanên terorîstî bê kirin, ji ber ku heta ev firk bimîne, teror dê bimîne û şanên razayî yên terorîstan bi awayekî radîkal bên jinavbirin.

 

Pêşmerge û Artêşê lihev kirin
Hêzên pêşmerge û artêşa Êraqê li navçeyên alozdar li dijî DAIŞê lihev kirin.
Di wê barê de, Emîndarê giştî yê wezareta pêşmerge ferîq Cebar Yawer îro roja şemiyê 4-12-2021`an derbarê rêkeftina di navbera pêşmerge û artêşûa federalê de ku li dijî DAIŞê pêkhatiye daxuyaniyeke taybet ji PUKmedia`yê re da.

Her weha di daxuyaniya xwe ji PUKmedia`yê re Emîçndarê Giştî yê wezareta Pêşmergê Kurdistan ragiahnd ku serdana şandeya wezareta pêşmerge ji Bexdadê re û hevdîtinên wan bi serokatiya çalakî û operasyonên hevbeş re, ku îro pêkhatibû, gelek baş û sûdmend bû. Aşkire kir ku di wan civînan de derbarê çawaniya lihevlkirina li ser nehîştina gefên terorîstên DAIŞê gotûbêj û lihevkirin hatin kirin.

Di daxuyaniya xwe de Ferîq Cebar Yawer tekez kir ku hevpeymana navnetewî ya li dijî DAIŞê pêşwazî li wê rêkeftina pêşmerge û artêşa Êraqê kir û wê di demên pêş de piştgiriyê lê bikin.

Urdun êrîşa terorîstî ya li ser Xedrcîce şermezar kir
Wezareta Derve ya Urdinê tekez kir ku welatê wê li hember terorîstan, êrîşa terorîstan li ser gundê Xedercîce ya navçeya Mexmûrê şermezar kir.

Berdevkê Fermî yê Wezareta Karûbarên Derve yê Urdinê Heysem Ebû El-Ful got "Memleke êrîşa terorîstî ya ku li ser gundê Xedercîce li Êraqê pêk hat şermezar dike ku bibû sedema hejmareke qurbanî û birîndar"
Cîgirê Berpirsê Navenda Rêxistinên Hewlêrê ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Reşad Kelalî di daxuyaniyeke taybet de ji PUKmedia`yê re ragihand: Komên terorîst ên DAIŞ`ê êrişî gundê Xedircîce yê ser bi navçeya Kandînewa ya ser bi parêzgeha Hewlêrê kirin.di encamê de 3 bira ji êla Bûndiyan şehîd bûn û hejmarek ji gundiyên din birîndar bûn.

Neteweyên Yekbûyî piştevaniya xwe ji Pêşmerge re piştrast dike
 Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê êrîşa terorîstî ya li Mexmûrê de daxuyaniyek belav kir û tê de piştevaniya xwe bo hêzên ewlekariya federal û Pêşmerge nû kir.

Berdevkê Wezareta Derve Ned Price got ku welatê wî "nîgeraniya xwe ya kûr" derbirî li ser berdewamiya zêdekirina êrîşên terorîstên DAIŞê li seranserê Êraqê.serxweşî li malbatên şehîdan kir û cansaxiya birîndaran bi lez xwast , û piştevaniya xwe ji Êraqê û Pêşmergeyan re nûh kir .

PUKmedia


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket