Wezîrê Ragihandinê yê Lubnanê Corc Qerdahî îstifa xwe pêşkêş kir

Cîhan 01:53 PM - 2021-12-03

Roja Înê Wezîrê Ragihandinê yê Lubnanê Corc Qerdahî ragihand ku wî îstifakirina xwe pêşkêşî Serokomar Mîşêl Ewn û Serokwezîr Necîb Miqatî kiriye.

Di nameya îstîfayê de wiha hatiye: "Ez ji bo berjewendiya giştî daxwaza îstifaya xwe ji posta wezîrtiya ragihandinê pêşkêşî we dikim û hêvîdar im ku hûn vê daxwazê bipejrînin."
Berî niha Wezîrê Ragihandinê yê Libnanê axivîbû û gotibû, îstifakirina wî dibe alîkar ji bo çareserkirina krîza di navbera Lubnan û welatên Kendavê de bi taybet Siûdiyê.

Wê her wiha got: Ev îstîfaya ji bo vekirina deriyê gotûbêjan li pêş serdana plankirî ya Emmanuel Macron serokomarê Fransayê bo Erebistana Siûdî, bi sedema qeyrana heyî di navbera Lubnan û hin welatên Kendavê de piştî daxuyaniyên Qerdahî derbarê kirîza Yemenê de.Wezîrê Perwerdê Ebas Helbî dê li şûna Qerdahî bibe wezîr heya ku kesek gincaw dibînin.


PUKmedia/ Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket