PUKmedia hûrgiliyên êrîşa terorîstî ya li navçeya Mexmûrê belav dike

Kurdistan 10:24 AM - 2021-12-03

Komên terorîst ên DAIŞê êrişî 2 gundên girêdayî navçeya Mexmûrê ya parêzgeha Hewlêrê kirin û di encamê de hejmarek welatiyên bêguneh hatin kuştin û birîndarkirin.

Cîgirê Berpirsê Navenda Rêxistinên Hewlêrê ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Reşad Kelalî di daxuyaniyeke taybet de ji PUKmedia`yê re ragihand: Şeva derbasbûyî komên terorîst ên DAIŞ`ê êrişî gundê Xedircîce ya ser bi navçeya Kendînewa kirin,di encamê de 3 bira ji êla Bendiyan hatin kuştin û hejmarek gundî birîndar bûn.
Wî jêderî eşkere kir: Grûpên terorîst ên DAIŞê herwiha êrişî gundê Lehîbanê ya ser bi navçeya Serkaean jî kirin û diyar kir ku di vê êrîşê de ti ziyanên canî çênebûne.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket