Erdhejek 5.4 li Yabanê xist

Cîhan 10:17 AM - 2021-12-03

Rêveberiya Giştî ya keşnasê ya Japonyayê daxuyand ku li girava Honşu ya navenda welêt erdhejeke bi lerza 5,4an pêk hat.

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku navenda erdhejê 20 kîlometre di bin erdê de li parêzgeha Wekayama bû, lli giravên Kiyosu û Şîkoko, li 23 parêzgehan welatiyan hest bi erdhejê kirin .
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama erdhejê de xetera tsunamiyê tune ye. Derbarê kuştî û birîndaran de ti agahî nehatin bidestxistin.
Hêjayî gotinê ye ku girava Honşu li navenda welêt e û gelek parêzgehan li ser hene, di nav de paytext - Tokyo. Honşu girava herî mezin a Japonyayê ye, ku jê re xaka sereke tê gotin, û ew piştî Javayê duyemîn girava herî qelebalix a cîhanê ye.

PUKmedia/ Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket