Neteweyên Yekbûyî daxwaza 41 milyar dolar ji bo pêşkêşkirina alîkariya rizgarkirinê dike

Cîhan 10:34 AM - 2021-12-02

Neteweyên Yekbûyî ji bo pêşkêşkirina alîkariyên rizgarkirina jiyana 183 mîlyon kes li seranserê cîhanê ku di nav hejariyê de dijîn, banga hazirkirina 41 mîlyar dolar kir.

Di banga xwe ya salane de, Neteweyên Yekbûyî got ku birçîbûn ji bo 45 mîlyon mirovên ku li 43 welatan dijîn "îhtimalek tirsnak" dimîne, ji ber guherîna avûbayê peydakirina xwarinê kêm dibe, ku zêdebûna 17% di hewcedariyên darayî yên salane nîşan dide, û tekez kir ku "Bêyî Çalakiya bilez û domdar, 2022 dibe karesatek."
Wê diyar kir ku "Efganîstan, Sûriyê, Yemen, Etiyopya û Sûdan welatên ku dibin şahidê 5 krîzên mezin ên ku herî zêde fînanse hewce dikin in" û destnîşan kir ku "Pêdiviya Afganistanê bi 4.5 milyar dolarî heye ji ber ku hewcedarî bi awayekî berbiçav zêde dibin."

Koordînatorê alîkariyê yê Neteweyên Yekbûyî Martin Griffiths got, "daxwazên hewcedariyê ji me hemîyan re nas in û, mixabin, pevçûnên, ne aramiya siyasî, xirabûna aboriyên û  COVID-19 di nav xwe de ne."

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket