Li Selahedîn 3 terorîstên hatin girtin

Êraq 12:55 PM - 2021-12-01

Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariyê ragihand ku di operasyoneke serkeftî li parêzgeha Selahedîn de 3 terorîstên metirsîdar ên rêxistina DAIŞê hatine girtin.

Şaneya ragihandinê ya Ewlekariyê di daxuyaniyekê de ragihand: Dezgeha Îstixbarat û Vekolînê ya Federalî di Wezareta Navxwe de, operasyonên xwe yên pêşîgirtinê ji bo zuhakirina çavkaniyên terorê didomîne, ji ber ku karîn 3 terorîstên daxwazkirî li parêzgeha Selahedîn girtin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Terorîstê yekem yê girtî li navçeya Hemrînê li dijî hêzên me yên ewlehiyê wek endameke stixbaratî tevdigerî,Terorîstê duyemîn jî li navçeya Tikrîtê li dijî hêzên me yên ewlekarî tevdigeriya.û yê sêyem wek şervanekî di nav refên çeteyên terorîst ên DAIŞ`ê de li qada bi navê Ebû Sefa li sînorên bajarê Tikrîtê li dijî hêzên me yên ewlehiyê tevdigeriya û liv û tevgerên wan şopand.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku îfadeyên terorîstên di destpêkê de û ji aliyê edlî ve hatine qeydkirin û derbarê wan de tedbîrên qanûnî hatine girtin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket