Herêma Kurdistanê tomarkirina 69 pêketên Îdzê ragihand

Kurdistan 11:40 AM - 2021-12-01

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Çarşemê ragihand ku di sala 2021ê de 69 pêketiyên nû yên nexweşiya Îdz hatine tomarkirin.

Wezîrê Tendirustiya D.Saman Berzancî di heyama kongireyeke rojnamevanî de got:Îsal me bêhtir ji 318 têst Îdz ji welatiyan re çêkirine û diyar bû ku 69 kes hilgirê wê vîrusê bûn, metirsiya vê nexweşiyê ewe ku kesê ku vîrus hilgirtiye hest pê nake heta ku canê wî dide bin xwe û rewşa wî metirsîdar dibe .
Destnîşan kir ku di nav wan pêketiyan de 58 kes biyanî ne û 11 jî Êraqî ne ,herweha li Herêmê 48 helgirên vîrusê yên sala borî li Herêmê mane û heya niha di bin çavdêriya pijîşkî de ne.
Wî bal kişand ser wê yekê ku Îdz bi rêya têkilîyên neqanûnî an bi xwîn û mîrateya dayikê tê veguheztin, ji bilî pêdiviyên bijîşkî yên ku di veguheztina xwînê de têne bikar anîn.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket