Koçberî Karê Te Bû

Wêje û Huner 06:44 PM - 2021-11-27

Helbestên dîwana yekem ya helbestvan Salih Bozan. Ew helbest di navbera çend salan de hatiye nivîsand, salên koçberiyê. Evîna xortanî ,gund û vegera bi pîrî. Naveroka dîwanê de ev helbest hene: Diyarî Derketin Rêwîtî Bîranîn Keça Qereçî Keça Cinî Evîna Bêrîvanê Veger Salih Bozan Di sala 1951 de, li gundê Şewitiyê girêdayî bajerokê Til-Ebyedê, li rojavayê Kurdistan ji dayîk bû. Du salan li zanîngeha Helebê ziman û kultûra erebî xwend. Bêku vê zanîngehê temam bike, çû welatê Yekîtiya Sovêtê, û di sala 1978 de macistirê êkonomîka cihanî ji unîvêrsita Kiyêvê wergirt.

Bi gotarên siyasî û lêkolînên ramyarî navdar e.Sê pirtûkên xwe yên bi zimanê erebî di vî warî de hene, û du dîwanên helbestan. Ji erebî û rûsî werdigerîne kurdî. Pirtûkeke kurteçîrok bi navnîşana "Lawo" li Dihokê bi zimanê kurdî sala 2003 çap bû, û dîwaneke helbestvanê Ereb ê navdar Ebdil Wehhab Beyatî wergerand kurdî û li Stenbolê sala 2003 çab bû. Sirûda Silêman ji Tewratê wergerand kurdî û di kovara "W" de çap bû.

Têbînî, ev nivîsa derbarê helbestvan Salih Bozan ji malpera amazon.de bi destûra mamoste Salih hatiye wergirtin.
Xwendevan û şopênerên PUKmedia`yê hûn dikanin li vir helbestê guhdar bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket