Oparesyonên girtina sivîlan li Şiyê dîsa dest pê kir

Kurdistan 12:42 PM - 2021-11-27

Çeteyên Sultan Silêman Şah ên dewleta Tirk a dagirker 5 welatî li navçeya Şiyê ya Efrînê revandin. Hate zanîn ku 4 kes ji heman malbetê ne.

Li gorî ragihandina çankaniyê ji deverê ku navê kesên revandî wiha ne: Mesûd Mistefa Şêxo, Ebdulrehmen Mistefa Şêxo, Xelîl Mistefa Şêxo, Emar Silêman Şêxo û Bekir Mistefa Rehmokî.

Her wiha çeteyan îşkence li welatiyê bi navê Mihemed Kemal Elî Bekir û kurê wî Lezgîn kir.

Çavkanî destnîşan kir ku çeteyan kesên revandî ber bi navenda xwe ya navçeya Şiyê ve birin, lê heta niha ne diyare ku ka bo çî ew hatinegirtin  û cezayê wan jî diyar nîne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket