PUKmedia`yê dema ragihandina encamên hilbijartinan eşkere kir

Êraq 12:34 PM - 2021-11-27

Îro Şemiyê, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan bidawîbûna hejmartina destî ya hemû navendên hilbijartinan ragihand.

Endamê Tîma Ragihandinê ya Komisyona Hilbijartinan Îmad Cemîl di daxuyaniyeke taybet de ji PUKmedia`yê re ragihand: Hemû rêkar bi dawî hatin û hejmartina bi destan û dabeşkirina hemû navendan jî bi dawî hat.Komisyonê hemû biryarên ku piştî hejmartinê standina ji bo desteya dadwerî a komîsyona bilind a hilbijartinê rakirin û li benda biryara desteyê ne û got di dawiya hefteyê de encam wê bê ragihandin.

Di daxuyaniya komîsyonê de wiha hat gotin: “Li ser biryara desteya dadweriya hilbijartinan, komîsyonê hemû hejmartina bi destî temam kir, ku herî dawî îro bû, bi amadebûna nûnerên namzedên îtîrazê , çavdêrên navneteweyî û rojnamevanan yên rayedaran .
Wî her wiha got: "Encamên hejmartin û veqetandina bi destan ku pêk hat, %100 wekî encamên hejmartin û veqetandina elektronîkî bû.


PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket