Omicron li Ewropayê .. Hişyarî ji belavbûna pir zêde

Tenduristî 10:50 AM - 2021-11-27

Navenda Pêşîlêgirtin û Kontrolkirina Nexweşan a Ewropayê ragihand ku metirsiya belavbûna vîrusa nû ya Corona "Omicron" a ku li Ewropayê zêde bûye".

Di raporek nirxandina xetereyê de, Navenda Ewropî ya rûbirûbûna Nexweşan (ECDC) got ku "asta xetereya giştî vîrusa SARS-CoV-2 Omicron li Yekîtiya Ewrûpayê ve girêdayî ye ji bilind berbi pir bilind ve hatî nirxandin."
Omicron yekem car li Afrîqaya Başûr xuya bû, piştre hilgirên wê li pey hev li komek welatan hatin dîtin, di nav de Îsraîl, Balcîka, Hong Kong û Botswana.
Komîteyek şêwirmendiyê ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ev vîrus wekî "vîrusek metirsîdar" binav kir û navê wê kir "Omicron.
Berî niha, Yekîtiya Ewropî ku ji 27 welatan pêk tê, qedexeyek demkî ya hatina ji Afrîqaya Başûr ragihandibû.
Welatên Erebî, di nav de Îmarat, Erebistana Siûdî, Behrên, Misir, Urdun û Mexrib, her weha qedexe li ser hatinên ji Afrîqaya Başûr ferz kirine, di hewlekê de ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa nû.


PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket