Yekem geşta di navbera Şam û Ebû Dabî firî

Cîhan 09:46 AM - 2021-11-27

Kampaniya esmanî ya "Cham Wings" Ecnîhêt Şam ya Sûrî ragihand ku yekem geşta rasterast di navbera Şam û Ebû Zabî de dest pê kir, piştî destpêkirina geştên esmanî bo Îmarata Şariqa û Dubey ku ji ber belavbûna Koronayê hatibûn rawestandin.

Ajansa nûçeyan ya SANA ji zarê birêveberê bazirganî yê kompanyayê Hemdî Xelef ragihand ku aktîv kirina stasyona Ebû Zabî gava yekem e, ku dê li pey wê gavên din ji bo hevkarîkirina di warê geştên esmanî de bi welatên din re bên avêtin, destnîşan kir ku di demeke nêzîk de geştek wê bi Pakistanê jî hebe û yek di navbera Heleb û Şarîqa de jî dest pê bike .
Rêveberê geşepêdan û peywendiyên giştî di kompanyayê de, Osama Satêi got ku ev pêngav di çarçoveya berfirehkirina tora wê ya stasyonên derve û gihîştina paytexta Ebû Zabî de ji bo peydakirina pêdiviyên rêwiyan û bi giştî veguhestina hewayî û bazirganî di navbera her du welatan de çalak bike. Her weha bal kişand ser girîngiya vekirina xeta di navbera Şam û Ebu Zabî de di warê pêşxistin û pêşvebirina danûstandina bazirganî, çandî û geştiyariyê de.


PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket