Cîgirê parêzgarê Silêmanî serdana Sînata Firansayê kir

Kurdistan 03:24 PM - 2021-11-26

Cîgirê parêzgarê Silêmanî Leyla Omer serdana Sînata Firansayê kir.
Duh roja 25-11-2021`an, cîgirê parêzgarê Silêmanî Leyla Omer di serdana xwe ya Firansayê de,  çendîn hevdîtin û serdan encam dan, yek jî ji wan serdanan jî serdana Sînata Firansayê kir û pêşwaziyeke gelek gerim û rêzdar jê re hat kirin.
Her weha duh roja pêncşemê 25-11-2021`an cîgirê parêzgarê Silêmaniyê  Leyla Omer di serdana hola Sênata Firansayê kir û ji aliyê sînator  Nicile DURANTION bi germî hat pêşwazî kirin. Îro jî hevdîtina li gel wezîra bverê û endama politburoya Partiya Sosyalîsta Firansayê Najat Vallaud-Belkacem encamda.

Her weha di wê rûniştinê de di heman rûniştinê de, sînatora bajarê Parêzê  Rémi Féraud endama koma dosteytiya Firansa û Êraqê jî amadebû, rêzdar cîgirê parêzgarê Silêmaniyê Leyla Omer derbarê dîrok û girîngiya parêzgeha Silêmaniyê de şirove û zelalbûnên xwe pêşkêş kir bi taybetî ji aliyê perwerdeyî, aborî, kultûrî, bazirganî û akadimî de anî ser ziman û riyên çawaniya pêşxistin û pêşveçûna bajêr tev gotûbêj kir.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

Balyozê Fînlandiyayê li Iraqê

Kurdistan 05:43 PM - 2024-04-16 Serok Bafil: Em girêdayî aramiya welat in

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket