Wezîra Koçberan bi Heval Ebu Bekir re daxistina kampên penaberan gotûbêj kir

Kurdistan 05:13 PM - 2021-11-25

 Parêzgarê Silêmanî Dr. Heval Ebu Bekir pêşwazî li wezîra Koç û Koçberan kir.

Ji bo daxistina kampên penaber û koçberan, wezîra Koç û Koçberan a Êraqê serdana Silêmaniyê kir û ji aliyê parêzgarê Silêmaniyê ve hat pêşwazî kirin.

Îro roja pêncşemê 25-11-2021`an li bajarê Silêmaniyê, parêzgar Dr. Heval Ebu Bekir pêşwazî li Wezîra Koç û Koçberan a Êraqê kir û derbarê rewşa dawî ê koçberên Êraqê di kampên Herêma Kurdistanê de gotûbêj kirin û tekez li ser daxistina wan kampan kirin tako welatî bi zûhtirîn dem vegerin bo navçe û malên xwe li parêzgehên din ên Êraqê.

Her weha wezîra Koç û Koçberan a Êraqê Êvan Cabro aûkire kir ku ji erkên wan ên axlaqî ewe ku xwedî li koçberên xwe ên di kampan de derkevin û bi alîkariya weqfa sune wê her yek miyonek dînar Êraqê ên ku ji dil bixwezin vegerin bo mal û navçeyên xwe ên bingehî.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket